Li Ewropa alarma germa zêde

Ji serê vê heftiyê ve li Ewropa wê germa zêde bibe. Tê payin ku termometre 40 pîleyî nîşan bide. Tê gotin bi germbûna global re germahî wê zêde bibe.

Ji Fransayê heta bi Yewnanîstanê, Qeraniya Yekbûyî, Belçîka, Spanyayê wê germahî Ewropayê bide ber xwe. Pêla hewaya germ ku ji Magrep û Spanyayê tê, ji destpêka vê heftiyê ve wê hemû parzemînê bide ber xwe û nav heftiyê germahî were asta herî zêde.

Pispor dibêjin mirov bila zêdetir avê vexwin, zêde xwe nedin ber tavê, krema rojê li xwe bidin û bi şev dema ku hewa hînîk bû derî û pencereyan vekin da ku xanî hewayê bistîne.

Fransa wê pir germ bibe, tê payin ku Yeşemê bibe 30 pîle, herêma Bretonya ne tê de li welêt germahî wê bibe 40 pîle.

Her wiha tê payin ku li Belçîka germahî bibe 34-35, li Swêdê roja Sêşemê bie 36 û Çarşemê bibe 37 pîle. Tê payin ku li Elmanya jî Sêşemê bibe 37 û Çarşemê bibe 38 pîle.

Li Spanyayêli dijî germa zêde 'alarma zer' dan û tê payin ku li gelek deveran germahî ji 36 pîleyan derbas bike.

Li Qereaniya Yekbûyî jî ji Yekşemê heta Sêşemê dibe ku ecacok rabe û li Yewnanîstan jî germahî wê bigihe heta bi 39 pîleyan.