Li paytexta Erîvan a Ermenîstanê rojbûna Reberê Gelê kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ji her çar aliyê Ermenîstanê Kurd beşdar bûn û bi coşek mezin rojbûna Ocalan pîroz kirin. Kurdan li ber stranên Zoro Avdalî govend gerandin.
HARÛN HÊVÎ - ANF
ERÎVAN
şemî, 4 avrêlê 2015, 14:38
Li paytexta Erîvan a Ermenîstanê rojbûna Reberê Gelê kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ji her çar aliyê Ermenîstanê Kurd beşdar bûn û bi coşek mezin rojbûna Ocalan pîroz kirin. Kurdan li ber stranên Zoro Avdalî govend gerandin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û beriya paste werê birîn,endamê Kurdistan Komîtê Davut Karasu bi munasebeta rojê xîtabê gel kir û got: “Ez di serî de xêrhatina we dikim û bila ev roja pîroz, di serî de li Reberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan pîroz be. Li we hemûya jî pîroz dikim. Em kefxweşin ku weke neteweya Kurd, îro Reberê me heye û em rojbûna Rêberê xwe pîroz dikin.”
Di şahiyê de Serokê Şêwirmendiya Kurdên Ermenîstanê, Kinyasê Hemîd, Seroka Komîteya Kurdistanê Jinya Kadîr û rewşenbîr û hunermend Egîdê Cimo, gele kes amade bûn.
Di bernameyê de axaftin hatin kirin û silav ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin şandin.
Li ser navê malbata Şehîdan, Mîlo Kalaşiyan derket ser dikê û wiha got: “Ez gelekî ser bilindim û ji ber ku em îro li vir di rojbûna Rêber Apo de amade ne, gelek kêfxweşim. Îro ger ku em bi serbilindî xwe tînin ziman ev bi saya Rêber Apo ye. Ez hem bavê şehîd û hem jî apê şehîd im. Ez serbilind im. Em malbata Ramoşiyan bi rêberê xwe û şehîdên xwe serbilind in. Ez li ser navê malbata xwe rojbûna Rêber Apo û gelê Kurd pîroz dikim.”
Şahî bi birîna pasteyê dawî bû. Di şahiyê de gel li ber stranan govend gerand.