Li Ermenistanê civaka Ezîdiyan, gorên xizmên xwe ziyaret kirin

Li Ermenistanê civaka Ezîdî bi wesîleya roja mezelê danê sibê, gorên bav û kalên xwe ziyaret kirin.

Li Ermenistanê civaka Ezîdî bi wesîleya roja mezelê danê sibê, gorên bav û kalên xwe ziyaret kirin.

Her 18’ê meha Hezîranê ku civaka Êzidî miriyên xwe li ser gora wan bi bîr tînin, wê rojê wek cejnê digirin dest, beriya çend rojan amadekariyên xwe dikin. Civaka Êzidî bi wesîleya rojê bi Pîr û Şêxên xwe re diçin ser gorên xizmên xwe û dûayan dikin.

Civaka Êzidî ku roja Sêşemê amadekariyên xwe dikin, roja Çarşemê jî qurban şerjê dikin û xwarinên xwe amade dikin. Roja Pênçşemê jî hemû malbat bi hev re diçin ser gorên bav û kalên xwe.

Li wir sifreya xwe vedikin û ji her tamî datînin ser sifreyê. Bi piranî di vê mehê de çi tam û fêkiyên hene, datînin ser sifreyê. Civaka Ezîdî bawer dike ku, her mirov wê biçê bihûştê, li bihûşta  baqî, ji her tamên Xweda heye û pewîste ew jî li vê dunyaya fanî, vê meha biharê çi tam hene û çi ji destê wan tê, deyndar in ku xêra miriyên xwe bidin. Ji ber wê yekê li ser sifreya xêrê û ji bo xêra miriyên xwe xêrê didin û her mirovek were ser sifreyê, bi dilxweşî, van tam bike û dûa bike.

Bi wesîleya rojê, beriya roja mezelê danê sibê, bi hefteyekê kî li ku derê be (li Rûsya, Qafqasya, Ewropa û hwd.) pêwîst e were gundê xwe û xêra miriyê xwe bide. Ji ber wê yekê hemû kes vê rojê tên gel hev û diçin ser mezelê hev, hevdu hembêz dikin, xêra miriyên hev dixwazin û ji miriyên hev re dûa dikin.

Me jî bi munasebeta rojê li navçêya Kalînînoyê,roja mezelan şopand û hestên civakê girt. Bi piranî civak ku kêfxweş bû, ji aliyekî jî xemgîn bûn. Xemginiya wan ji ber rewşa li Şengalê bû. Dema ji bo miriyên xwe dûa dikin, her mirov du caran dûa dike.Yek ji bo malbata xwe û miriyê xwe, yek jî ji bo malbatên Şengalê û yên Kurdistanê ku di vê şerê du salan da, xwîna xwe dane. Me ji devê kê pirs dixwest, destpêkê keser kişandin û rehm li şehîdên Kurdistanê û Şengalê dikirin.

Aliyê wan ê kêfxweşiyê jî ev e ku li welatê bav û kalan, serketina Kobanê û Girê Spî pêk hatiye, HDP bi 80 parlamenterî re ketiye Meclîsê. Lewma her kesê d caran dûa dike.

...