Li Êlihê Komeleya Niviskarên Kurd hat vekirin
Nûnertiya Komeleya Niviskarên Kurd a Êlihê bi beşdarbûna gelek nivîskarên kurd ên navdar bi şahiyekê hat vekir
Nûnertiya Komeleya Niviskarên Kurd a Êlihê bi beşdarbûna gelek nivîskarên kurd ên navdar bi şahiyekê hat vekir
Nûnertiya Komeleya Niviskarên Kurd a Êlihê bi beşdarbûna gelek nivîskarên Kurd ên navdar bi şahiyekê hat vekirin.
Nûnertiya Komeleya Niviskarên Kurd ku care yekem li Êlihê tê damezrandin bi beşdarbûna gelek nivîskarên Kurd ên navdar bi şahiyekê hat vekirin. Hevserokê DBP'ê ya Êlihê Mehmet Candemîr, Hevserokê HDP'ê ya Êlihê Mahmut Çiftçî, Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr, Serokê Komeleya Nivsikarên Kurd ê Amedê Mehmet Yilmaz, nûnerên saziyên civakên sivil û gelek niviskar û welatî di vekirina komeleyê de amade bûn.
Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd ê Amedê Mehmet Yilmaz di vekirina komeleyê de diyar kir ku wê nivîskarên Kurd dîroka berxwedana gelê Kurd binivîsin û ji gelê Kurd re bibe ronahiyek. Yilmaz da zanîn ku wê li gelek bajarên Kurdistanê komeleyên xwe vekin û ji bo niviskarên Kurd biafirinin dest bi xebatan bikin.
Nûnerê Komeleya Niviskarên Kurd ê Êlihê Faysal Ozdemîr jî li ser armanca vekirina komeleya nivîskaran sekinî û bilêv kir ku nivîskar eynika civakê ye û got ku ji ber vê yekê jî ji bo afirandina niviskarên nû hewceyî bi vekirina komeleyeke wiha dîtine. Ozdemîr anî ziman ku dê jî îro û pêde hemû berxwedan û serketiyên civaka Kurd bên nivisandin û di dîroka cihanê de cih bigirin.
Pîştî axaftinan komele hat vekirin û di vekirinê de berû yên ku tenê di erdnigariya Kurdistanê de çêdibin li beşdaran hatin belavkirin.
Di şahiyê de hunermend Mehmet Afşar stranên xwe gotin û piştî stranan şahî bi dawî bû.