Li Efrînê roja zimanê Kurdî
Li Efrînê roja zimanê Kurdî
Li Efrînê roja zimanê Kurdî
Li Navçeya Şiyê ya Efrînê SZK’ê meşek û şahiyek bi boneya 15’ê Gulanê roja Zimanê Kurdî lidar xist.
Li Navçeya Şiyê ya Efrînê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca pîrozkirina roja Zimanê Kurdî meşek û piştre şahiyek bi beşdariya sedan ji şêniyên navçeyê û gundên wê lidar xist. Meş ji ber Navenda SZK’ê ya navçeyê bi beşdariya dehan mamosteyên Zimanê Kurdî, endamên Konfederasyona Xwendekaran û Tevgera Ciwanên Şoreşger destpê kir. Meşvanên ku bê navber sloganên “BIJÎ SEROK APO” û “Bijî Zimanê Kurdî” qîr dikirin, di nav taxên bajêr re geriyan, meş li ber meydana Dibistana seretayî ya navçeyê bi dawî bû û li vir şahî destpê kir.
Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama SZK’ê Sureya Hisên axivî û roja Zimanê Kurdî li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hemû gelê Kurdistanê pîroz kir. Hisên di axaftina xwe de Şehîdê Zimanê Kurdî Ferzad Kemanger ê ku bi destê hêzên Komara Îslamî ya Îranê hate dardekirin bibîranî.
Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zîlan Efrîn jî axivî û Roja Zimanê Kurdî li Serok APO û hemû gelê Kurd pîroz kir û bang li hemû beşên civakê kir ku xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin. Li ser navê YPG’ê Berfîn Efrîn jî axivî û roja ziman li Rêberê Gelê Kurd Ocalan û hemû gelê Kurd pîroz kir.
Di şahiyê de li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Sûriyeyê (Yekîtî), PYD’ê û Yekîtiya Star jî peyam hatin xwendin.
Di şahiyê de helbestvan Zêrîn Dînikilî û Ferîd Beko helbest pêşkêş kir, her wiha şanoyên li ser Zimanê Kurdî hatin pêşkêş kirin. Di dawiya şahiyê de Koma Mazlum stran pêşkêş kirin û beşdarên şahiyê xelekên govendê gerandin.