Li Edenê meşa ji bo perwerdeya zimanê dayikê
Li Edenê meşa ji bo perwerdeya zimanê dayikê
Li Edenê meşa ji bo perwerdeya zimanê dayikê
Di çarçoveya kampanya "perwerdeya zimanê dayikê" ya bi pêşengiya KURDÎ-DER'ê ve hat destpêkirin, li Edenê meşek hat lidarxistin. Îmzeyên di vê çarçoveyê de hatin berhevkirin jî, li dû meşê radestî Muduriyeta Perwerdeyê ya Navçeya Seyhanê hatin kirin.
Bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Seyhanê, KURDÎ-DER şaxê Edenê, di çarçoveya kampaya "perwerdeya zimanê dayikê" de ji ber Nûneriya BDP'ê ya li Taxa Hurriyetê heta Muduriyeta Perwerdeya Milî ya Navçeya Seyhanê meşek hat ldiarxistin.
Girseya gel bi pankarta bi nivîsa "Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî" meşiyan, dirûşmên "Ziman rûmeta me ye", "Bê ziman jiyan nabe", "Zimanê me nasnameya me ye", "Em perwerdeya zimanê dayikê dixwazin" û "Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî" qîriyan.
Piştî meşa 2 kîlometreyî, girseya gel li ber Muduriyeta Perwerdeya Milî ya Navçeya Seyhanê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Rêveberê KURDÎ-DER Şaxê Edenê Giyasettîn Gumuş daxuyanî da û got, "Em êdî dixwazin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Heta ku Kurd bibe xwedî statuyek emê her li qadan bin."
Piştî daxuyaniyê, komekê daxwaznameyên ji bo perwerdeya zimanê dayikê radestî Muduriyeta Perwerdeya Milî ya Navçeyê kir. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.