Li Duisburg çalakiya ji bo Kobanê û Şengalê

Li bajarê Elmanya Duisburgê çalakiye ji bo piştgirî û piştevaniya bi Kobanê re hate lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Duisburgê ji bo piştgirî û piştevaniya bi Kobanê re şevek hate lidarxistin. Di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser komkujiyên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tên pêkanîn û hate diyarkirin ku YPG û HGP ji bo hemû gelan jiyana azad diparêzin.

Li bajarê Elmanya Duisburgê şevek bi armanca piştgiriya bi Kobanê û Şengalê re hate lidarxistin.

Şev ji aliyê Ciwanên Mala Êzidiyan a Emmerich, Ciwanên Rojê Wesel û Ciwanên Azad Bocholt ve hate lidarxistin û gelek kes ji bajarên Wesel, Emmerich û Bocholtê tevlî şevê bûn.

ŞERVANÊN RÊBER APO PARÊZVANIYA JIYANA AZAD DIKIN

Şev bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Kenan Ayaz axivî û bal kişand komkujiyên li hemberî gelê Êzidî tê meşandin.  Ayaz da zanîn ku şervanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li çiyayê Şengalê ji bo jiyana azad a gelan şer dikin.

Di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser komkujiyên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tên pêkanîn û hate diyarkirin ku YPG û HPG ji bo hemû gelan jiyana azad diparêzin.

Di şevê de Deniz Torak, Hozan Şukru, Îsmet Çoban, Koma Folklor a Sara ya Duisburg, Koma Çar Newa û koma Şanoyê ya Bocholt derketin ser dikê.