Li Drancy, Dresden û Wuppertalê kelecana kongreyan
Li bajarê Drancy ya Fransa û bajarên Dresden û Wuppertal ên Elmanyayê navendên civaka Kurd kongreyên xwe li dar xistin. Di kongreyan de bal kişandin ser girîngiya xebatên ji bo hilbijartinên giştî.
Li bajarê Drancy ya Fransa û bajarên Dresden û Wuppertal ên Elmanyayê navendên civaka Kurd kongreyên xwe li dar xistin. Di kongreyan de bal kişandin ser girîngiya xebatên ji bo hilbijartinên giştî.
Li bajarê Drancy ya Fransa û bajarên Dresden û Wuppertal ên Elmanyayê navendên civaka Kurd kongreyên xwe li dar xistin. Di kongreyan de bal kişandin ser girîngiya xebatên ji bo hilbijartinên giştî.
DRANCY
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancy 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Kongre li Dergeha Pîr Sultan Abdal a Dranciyê pêk hat. Piraniya wan jin derdora 100 kes tevlî kongreyê bûn. Piştî hilbijartina dîwanê, kongre bi rojeva pêvajoya siyasî berdewam kir.
Di kongreyê de rojeva siyasî hate nirxandin û bi taybet şerê Tevgera Azadiya Kurdistanê li Rojhilata Navîn li hemberî çeteyên DAIŞ’ê dimeşînin û şoreşa Rojava hatin gotûbêjkirin. Di kongreyê de bal kişandin ser êrîşên dewletên Îran û Tirk. Di axaftinan de bal kişandin ser hilbijartinên giştî yên ku wê 7’ê Hezîranê pêk bên û banga seferberiyê li Kurdên li Ewropayê hate kirin.
Piştre rapora darayî û xebatên salane hate xwendin û nirxandin. Ji bo meclîsê 53 kes hatin hilbijartin. Ji bo Hevserokatiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan a Drancyê Rûken Ogur û Mazlum Alçi hatin hilbijartin.
DRESDEN
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dresdenê jî kongreya xwe pêk anî. Piraniya wan Êzidî, kongre bi beşdariya zêdetirî 100 kesan pêk hat. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê dîwan hate hilbijartin.
Siyasetmedar Bedrettîn Kavak di kongreyê de axivî û bûyer û pêşketinên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê nirxand. Kavak bal kişand ser pêvajoya çareseriya demokratîk û hilbijartinên giştî ku nêzîk dibin û da zanîn divê xwedî li berxwedana Kobanê û Şengalê derkevin.
Ji rêveberên NAV-DEM’ê Abdullah Efe jî diyar kir ku ji bo navendên civaka demokratîk û avakirina neteweya demokratîk pêk bê divê meclîsên ji hemû beşên civakê pêk tên bên avakirin.
Piştî axaftinan rapor hatin xwendin û hatin erêkirin. Kongre bi hilbijartina meclîsê berdewam kir.
WUPPERTAL
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NAVDEM) a Wuppertalê 2’yemîn kongreya xwe li cihê komeleyê pêk anî. Kongre bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê dîwan hate hilbijartin. Mehdî Çelîk, Dayika Lezgîn û nûnerek ji NAV-DEM’ê ji bo dîwanê hatin hilbijartin.
Axaftina vekirinê ji aliyê hevserokê berê yê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Mutlak Bîngol ve hate kirin. Bîngol pêşî beşdar silav kir û piştre rapora salane ya darayî û xebatê xwend.
Piştî xwendina raporan, bi hevdengiyê komîsyon hatin hilbijartin û êdî derbasî hilbijartinên hevserokatiyê bûn.
Savci Azar û Fatma Ozer ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.