Li Draguignan Kongreya NCDK’ê

Li Draguignan Kongreya Meclîsa NCDK’ê pêk hat. Hevserokê KCD-E’yê Ceylan di kongreyê de axivî û bal kişand ser girîngiya serketina ku wê HDP di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bi dest bixe.

Li Draguignan Kongreya Meclîsa NCDK’ê pêk hat. Hevserokê KCD-E’yê Ceylan di kongreyê de axivî û bal kişand ser girîngiya serketina ku wê HDP’ê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bi dest bixe.

Li bajarê Draguîngnan a başûrê Fransayê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreya xwe pêk anî. Beşdarbûna jinan gelek zêde bû û ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.

Hevserokê KCD-E’yê Murat Ceylan diyar kir serketina Kobanê û her wiha ya di 7’ê Hezîranê de bê bidestxistin wê di azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, statuya Rojava û hemû azadiya Kurdistan û demorkatîkbûna Tirkiyeyê bandor bike.

Ceylan wiha berdewam kir: “Navendên Civaka Demokatîk a Kurd wê ji bo gelê me yê Ewropayê bibe qadên hewcedariya aborî, siyasî û civakî. Di meclîsan de beşdarbûna jinê wê ji sedî 50 be. Em ê modernîteya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daniye holê bikin jiyanê.”