Li Dirbêsiyê şahiya zimanê Kurdî
Li Dirbêsiyê şahiya zimanê Kurdî
Li Dirbêsiyê şahiya zimanê Kurdî
Li Dirbêsiyê bi beşdariya hezaran kesî ji bo 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî şahî hate lidar xistin.
Li parka Celadet Bedirxan a Dirbêsiyê bi beşdariya hezaran kesî ji şêniyên Dirbêsiyê û gundên dedorê şahiya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî hate lidarxistin, her wiha welatiyên ji Amûdê jî tevlî şahiyê bûn. Şahî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Delîl Mihemed axivî û cejna zimanê kurdî li hemû gelê kurd pîroz kir.
Mihemed bal kişand ser siyasetên înkar û tunekirinê ku rejîma Baas li dijî Zimanê Kurdî dimeşand û diyar kir ku, gelê Kurd êdî nema li benda tu kesî dimîne û dê zimanê xwe pêş ve bibin. Serokê Meclîsa Gel a Herêma Dirbêsiyê Nuiman Erebo jî axivî û roja Zimanê Kurdî li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pîroz kir û soz da ku ew dê heta gelê Kurd azad bibe bê navber têbikoşin.
Di şahiyê de peyama PYD, Yekîtiya Star, Meclîsa Gel a Girê Reza hatin xwendin û di hemû peyaman de roja Zimên Kurdî li hate pîroz kirin.
Helbestvanên kurd Ferhadê Merdê (dîno), Fehed, Feremez û Zênedîn helbest pêşkêş kirin. Her wiha di şahiyê de hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî ji Amûdê û Koma Zîlan stran pêşkêş kirin.