Li dijî îstîsmara ol em pîrozbahiyan lidar dixin
Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) yekemcar, li 21 navendan ku jê herêmî ne, pîrozbahiyên Hefteya Rojbûna Pîroz lidar dixe.
Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) yekemcar, li 21 navendan ku jê herêmî ne, pîrozbahiyên Hefteya Rojbûna Pîroz lidar dixe.
Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) yekemcar, li 21 navendan ku jê herêmî ne, pîrozbahiyên Hefteya Rojbûna Pîroz lidar dixe. Ji bo pîrozbahiyên girseyî pêk bên amadekarî hatin asta dawî û endamê Şûraya KÎD’ê Ekrem Boran got di çarçoveya pîrozbahiyan de çûne serdana gelek sazî, cemaat û tevgeran. Baran bi lêv kir ku îslam ji aliyê pergal û komên cuda ve tê îstîsmarkirin û li dijî vê îstîsmara ol, bernameyên Hefteya Hilhatina Pîroz organîze dikin û got: “Em wek oldar û alimên Kurd nekarin li dijî vê temaşevan bimînin.”
Îsal yekem car di serî de li Amed û Wanê wê bernameyên Hefteya Rojbûna Pîroz a Hz.Muhammed wê li 21 navendî ji aliyê KÎD’ê ve wê bername pêk bên. Têkildarî pîrozbahiyên bên kirin de endamê Şûraya KÎD’ê Melle Ekrem Baran axivî û got ew bi armanca pêşî li îstîsmara ol bê girtin û xwedî derketina li nirxan Hefteya Hilhatina Pîroz, pîroz bikin.
Baran destnîşan kir ku KÎD dikare bibe hêza motor a aliyên Îslamî û got: “Me di vê çarçoveyê de serdan pêk anîn. Em dixwazin îsal hem li Kurdistan û hem jî li metropolan hefteya pîroz, pîroz bikin. Li Kurdistanê hem li Amed û hem jî li Wanê, her wiha wê li Stenbol, Îzmîr, Enqere, Denîzlî, Edene, Mersîn û bi giştî emê li 21 navendan bernameyan pêk bînin. Komîsyona me ya pîrozbahiyê di vê çarçoveyê de çû sedana Mazlum-Der, Nû Bihar, Tevgera Med Zehra, Platfoma li Cewherê Veger û Tevgera Azadî. Çawa ku HDP li her derê bûye hêza motor, wê KÎD jî bibe motor. Di encama serdanên me de sazî, cemaat û tevgeran got wê piştgiriyê bidin. Di nava van de Tevgera Azadî wê bi awayekî fîîlî di nava xebatê de be.
Em komîsyon li gelek bajaran geriyan. Ji aliyên baweriyê wêdetir, em çûn serdana partiyên siyasî, şaredarî û KCD’ê. Me xwest ji me re bibin alîkar. Çawa Newroz bi rûhê Newrozê tê pîrozkirin, emê Hefteya Hihatina Pîroz jî li gorî wî ruhî pîroz bikin. Hemû pêkhateyan gotin wê piştgiriyê bidin. Emê li Amed û Serhedê pîrozbahiyên girseyî pêk bînin. Yekem pîrozbahî di 11’ê Nîsanê de li Mersînê dest pê dike.”
GELO KÎJAN ÎSLAMIYETÊ TEMSÎL DIKIN
Baran di berdewamiyê de got beriya Îslamiyetê di alî ahlaq, hiqûq û edeletê de tu tişt tunebû û gut: “Piştî têkoşîna Hz. Muhammed maf, hiqûq û edelet hat. Her tişt guherî. Em îro dinêrin 1400 sal derbas bûye. Kesên niha li ser navê îslamê ketine rê, di serî de DAIŞ û komên dişibîn vê di çalakiyên ku di îslamê de sûc tên dîtin de cih digirin. Gelo ev îslamiyet Hz. Muhammed temsîl dike an jî muşrîkên Mekkeyê temsîl dikin? Muşrîkên Mekkeyê jin difrotin. Hiqûq û azadî nema bû. DAIŞ îro jinên Kurd difroşe. Vê li ser navê îslamê dike. Ev pêkanîn li dij Hz. Muhammedin.
ÎSLAM NE OLEKE KU BÊ ÎSTÎSMARKIRINÊ YE
Li ser navê îslamê hinek kom derketine holê û îslamê di bin tekela xwe de dibînin û got: “Alimên Kurd, nekarin li dijî vê temaşevan bimînin. Kurdan li gor ruhê îslamiyetê jiyanek hilbijartine lê komên ku îslamiyetê di bin tekela xwe de dibînin, ol li gor berjewendiyên xwe bikartînin. Meleyên Kurd li gorî cewhera Îslamê tevdigerin û xwedî li têkoşîna şoreşger a Hz. Muhammed derdikevin. Em Hefteya Rojbûna Pîroz jî di nokteya xwedîderketina li van nirxan pêk tînin.
Îslamiyet ne oleke ku bê îstîsmarkirinê ye. Hefteya Hilhatina Pîroz di ayetan de tune, di hadîsan de tune wek Mewludê. Ji ber vê hem pergal û hem jî hêzên girêdayê pergalê, Teşkîlata Diyanetê û teşkîlatên cuda vê bi salane dike. Gelê me dema navê Hz.
Muhammed tê gotin diçe wir û bi awayekî paqij beşdarî wan dibin. Armanca wan çiye, ma jiyan esas ya Hz. Muhammed nîne.
DI DEMA PÊXEMBERÊ ME DE HER KES LIGEL HEV DIJIYAN
Hz. Muhammed dema ji Mekkeyê diçe Medîneyê Peymana Medîneyê ku em dikarin bêjin yekemîn Destura Bingehîn a Muslimana ye îmze kir. Feraseta îslamî ya pergalê li me ferz kiriye, ev di nava Ereb, Fars û Tirkan de jî derbas dibe, di nava medreseyên me yên Kurd de jî hinek bûne îhvaci,hinek bi Îranê ve hatine girêdan, hinek bi Diyanetên Tirkiyeyê û hinek jî bi cemaatan hatine girêdan û ev jî bi awayekî îstîsmar dikin. Dema mirov li jiyana Hz. Muhammed dinêrin li Medîneyên Muşrîk, Yahudî û ne musliman bi hev re dijîn. Îro çawa li Rojava hemû gel li cem hev dijîn, armanca kongreyê jî jiyana bi hev reye. Divê hemû ol û bawerî bi hev re bijîn. Armanca me înkarkirine.
Em girîngiyê didin pîrozbahiya li Amedê û hem ji Rojava, hem ji Herêma Federal a Kurdistan wê delegeyên Kongreya Îslama Demokratîk beşdar bibin. Hemû pêşeng, şêx û mele vexwendîne. Xeta m eya sor diyare. Ji bilî wê her kes vexwendiye.”