Li dijî ferzkirina lêgerînê parastin li ser piyan e

Rêxistinên parêzeran diyar kirin ku zextên lêgerîna parêzeran û parêzeran hedef nîşan didin ên piştî çalakiya li Edliyeya Stenbolê pêk hatin qebûl nakin.

Rêxistinên parêzeran diyar kirin ku zextên lêgerîna parêzeran û parêzeran hedef nîşan didin ên piştî çalakiya li Edliyeya Stenbolê pêk hatin qebûl nakin. Ji parêzerên Demokratên Azadîxwaz Ercan Kanar wiha got: "Em parêzeran serî li hemberî Napolyon, Hîtler, Mussolînî û Kenan Evren netewand. Em li hemberî Tayyîp Erdogan jî teqez natewînin."

Parêzerên endamên Komelaya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwez (OHD), Koma Parêzerên Hemdem (ÇAG) Parêzerên Demokrat ên Azadîxwaz, Komeleya Hiqûqnasên Kartal, Komara Hukukta Sol Tavir li hemberî zextên li ser parêzeran pêk tên li ber Edliyeya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Pirsgirêk, pirsgirêka ewlehiyê nîn e, welatiyan bêparastin hiştine" hate vekirin û dirûşmên, "Baro ranekeve xwedî li parastinê derkeve",  “Azadî nebe ewlehî nabe" û "Li hemberî faşîzmê mil bidin hev" hatin berzkirin.

'DI ASTA HATINÊ DE PARÊZER GUMANDARÊN ASAYÎ HATIN DÎTIN'

Endamê Desteya Rêveber a ÇHD'ê Onur Şahînkaya diyar kir ku piştî çalakiya 31'ê Adarê ya li edliyeyê xwestin bûyerê bi ser parêzeran de hilweşînin û wiha got: "Hem di çapameniyê de hin propagandeyên neyênî pêk hatin hem jî hikûmetê pirsgirêk weke pirsgirêka aştiya civakî nedît û weke pirsgirêka li edliyeyê hate dîtin. Di asta hatinê de parêzer weke gumandarên asayî hatin dîtin. Lê em vê bêrûmetiyê û lêgerînê qebûl nakin."

'EM SERÎ LI HEMBERÎ DÎKTATORIYA TAYYÎP ERDOGAN NATEWÎNIN'

Li ser navê Parêzerên Demokratên Azadîxwaz Ercan Kanar jî wiha got: "Em weke parêzer di îsyanê de ne. Li hemberî dîktatoriya Tayyîp Erdogan îsyana me wê berdewam bike." Kanar, diyar kir li ti cihên cîhanê û ti deman de parêzeran "serî li hemberî dîktatoran" netewand û wiha axivî: "Me serî li hemberî Napolyon, Hîtler, Mussolînî, Kenan Evren netewand. Em li hemberî Tayyîp Erdogan teqez serî natewînin. Parêzer dengê gel kin, dozger û dadger nûnerên desthilatdariyê ne." Kanar bertek nîşanî biryara Baroya Stenbolê da û wiha axivî: "Rêveberiya Baroya Stenbolê rûmeta parastin ê, rûmeta pişeya me, serxwebûna parastinê ji ber neparastin li hemberî dîktatoriyê serî tewand û ji ber vê yekê ez şermezar dikim."

'JI BO AZADÎ Û MAFÊN EM EM TI GAVEKÊ PAŞDE NAVÊJIN'

Li ser navê ÇAG'ê Can Atalay jî wiha got: "Em ji bo qatilên zarokê 14 salî yê polîsan ve hat qetilkirin ên 700 roj in nayên aşkerakirin hatin cem hev. Em di pêvajoya lêpirsînê de li hemberî gotinên kesê berê Serokwezîr û pişt e bû Serokkomar ên li hemberî cenaze gotin em hatin cem hev. Serokkomar 3 cenazeyên ji vê edliyeyê derketin ji xwe re kir firsend û parêzer hedef nîşan dan û em li hemberî vê yekê hatin cem hev. Em teqez rûmeta xwe binpê nakin. Ji bo azadî û mafên xwe teqez em paşve gav navêjin."

'ÊDÎ EDLIYE LI HEMBERÎ DÎKTATORIYA AKP'Ê QADÊN BERXWEDANÊ NE'

Hevserokê Şaxa OHD'ê yê Stenbolê Sînan Zîncîr jî biryara Baroya Stenbolê girtî şermezar kir û diyar kir ku ew peymana Rêveberiya Baroya Stenbolê û Serdozgerê Stenbolê nas nakin û wiha got: "Ev peyman a me nîn e. Bi kesên ji mirina hempîşeyên xwe çavên xwe digirin peyman nayên kirin." Zîncîr anî ziman ku ew destûrê nadin wan lêgerîn bikin û wiha axivî: "Her qada vî welatî qada berxwedana me ye. Êdî edliye qadên me yên li hemberî dîktatoriya AKP'ê, êdî edliye li hemberî dîktatoriya AKP'ê qadên berxwedanê ne."

Piştî axaftinan parêzeran dirûşma, "Bi berxwedanê em ê qezenc bikin" ketin edliyeyê.

...