Li Deşta Xanê Mîhrîcana Ehmedê Xanê

Li Deşta Xanê Mîhrîcana Ehmedê Xanê

Amadekariyên 1. Mîhrîcana Ehmedê Xanê ya Zozanan bi organîzasyona Şaredarî û Rêxistina BDP’ê ya   Çelê cara yekemîn di 24-25’ê Hezîranê de li  Zozana Deşta Xanê ya Ehmedê Xanê lê ji dayik bûye tê lidarxistin temam bûn.

Şaredarê Çelê Xidir Demîroglu got, "Em li Deşta Xanê ya hizirmendê mezin ê Kurd Ehmedê Xanê lê ji dayik bûye û 18 sal in ji bo sivîlan hatiye qedexekirin 1. Mîhrîcana Ehmedê Xanê ya Zozanan li dar dixin. Me amadekariyên xwe temam kirine. Dawetnameyên me hatin çapkirin û em ji dostan re dişînin. Di serî de KCD û BDP me her kesên ku di dilê gelê me de bi cih bûne û em dizanin bi me re ne, dawetî mîhrîcana xwe kir. Em hêvîdar in wê gelê me jî me di vê mîhrîcana ku em ê li vê zozana bi qîmet pîroz bikin de tenê nehêle."