Li Den Haagê tecrîd û AKP hat şermezarkirin

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê polîtîkayên şer ên AKP’ê bi meş bi mîtîngekê hatin şermezarkirin.

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê polîtîkayên şer ên AKP’ê bi meş bi mîtîngekê hatin şermezarkirin.

Bi organîzasyona Yekîtiya Hêza Demokratîk bi dirûşma, “Li hember şerê topyekûn berxwedana topyekûn” ji bo rawestandina şer û destekvaniya aştiyê meş û mîtîngek hat lidarxistin.

Meşa saet 14.30’î li pêşiya Den Haag Centraal destpê kir bi mîtîngeke li ber Şaredariya Den Haag heta saet 17:00’an dewam kir.

Partî û saziyên Hollandayî jî ku destek dan meşê dirûşmên, “Ji Kurdistanê re azadî, ji Ocalan re azadî”, “Şer rawestîne”, “Terorîst Tirkiye”, “Ewropa fînanse dike, Tirkiye bombe dike” hatin gotin.

Girseya hat qada mîtîngê, ji bo kesên di êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin pêk anîn.

Di mîtîngê de parlamentera Partiya Sosyalîst Saadet Karabûlû, ji Rode Morgen Wîm Van Bewjîk, ji YNK’ê Şahavan Seîd, ji Tevgera Goran Havraz Cemal, ji PYD’ê û çalakvanên antî faşîst jî axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de komkujiya Pirsûsê, bombekirina herêmên gerîlayan û polîtîkayên şer ên AKP’ê hatin şermezarkirin.

Mîtîng bi trampeta ku Hollandayiyan lê da bi dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Terorîst Tirkiye” bi dawî bû.

...