Li Danîmarka ji bo serketina HDP’ê pîrozbahiyeke mezin

Li Danîmarkayê serketina HDP’ê bi tevlîbûna gelek siyasetmedarên Danîmarkayî, Kurdistanî û Tirkiyeyiyan hat pîrozkirin.

Li Danîmarkayê serketina HDP’ê bi tevlîbûna gelek siyasetmedarên Danîmarkayî, Kurdistanî û Tirkiyeyiyan hat pîrozkirin.

Li bajarê Danîmarka Ishøj bi tevkariya Navenda Civaka Çandê ya Kurd a Danîmarka û Komîsyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Danîmarka bi dirûşma, "Me bend bi hev re hilweşandin, serketinê jî em ê bi hev re pîroz bikin” pîrozbahiyek hat lidarxistin. Koroya Muzîkê ya Anatolyaya Navîn a hunermend Hozan Fîgen, Fahrî Dag, Hozan Pico, Hîkmet Çoban, Newzat Tunç, Nurettin Çîçek, Necatî Gezen, Hozan Metîn, Renas, Serdal Gezen û Osman Sari pêk tê stranên xwe gotni. Nêzî 2 hezar Kurdistanî û Tirkiyeyî tevlî pîrozbahyê bûn.

WEZÎRÊN BERÊ JÎ BEŞDAR BÛN

Yek ji wezîrên berê yê karên derve yê Danîmarkayê û parlamenterê Partiya Gel a Sosyalîst Holger K. Nielsen, ji wezîrên berê yê edaletê Morten Bødskov jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Parlamenterê Partiya Koalîsyona Sor-Kesk a Enhedslisten Nikolaj Villumsen ê ji ber karê tevlî pîrozbahiyê nebû bi rêya telefonê beşdarî pîrozbahiyê bû û HDP pîroz kir.

'WÊ PIŞTEVANİYA ME YA BI KURDAN RE BIDOME'

Nîkolaj Villumsen ê yekemîn Parlamenterê Ewropayî bû yê çû Kobanê di axaftina xwe de got ku wek partî wê ji niha û pê ve jî piştevaniya xwe ya bi Kurdan re bidomînin. Villumsen ê ji herêma Århus, Ikast, Horsens ên Enhedslisten namzetê parlamenteriyê ye bang li Kurdan kir ku deng bidin.

'LI KURDISTANÊ GEL SERWER E’

Endamê Çavderiya Hilbijartinê ya HDP’ê ya Danîmarka û endamê Meclîsa Şaredariya Furesø Celal Denîz Kiliç jî diyar kir ku di serî de li Sêrtê û gelek deverên Kurdistanê lêkolîn kirine û êdî li Kurdistanê gelê Kurd serwer e.

Namzetê Parlamenteriyê ya Partiya Gel a Sosyalîst a Danîmarka û Alîkarê Şaredarê Gladsaxe Serdal Benlî jî got, "Divê qet alîkariya Arîn Mîrxanan û şehîdên Kurdistanê neyên jibîrkirin.”Benlî ji bo hilbijartinên 18’ê Hezîranê yên li Danîmarkayê piştgirî xwest. Benlî soz da ku wê Parlamentoya Danîmarka bibe dengê Kurdan.

Parlamenterê Kurd ê ji Partiya Sosyal Demokrat Lars Aslan Rasmussen jî kesên di êrîşa li hember mîtînga HDP’ê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û behsa girîngiya têkoşîna hevpar a bi HDP’ê re kir.

Ji Berdevkên Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Danîmarka Huseyin Atçeken, li ser navê PYD’ê Bavê Husên, li ser navê YNK’ê Heval Hewre, li ser navê Goran Heval Brahim jî di pîrozbahiyê de axivîn.

...