Li cihê Kurd lê dijîn 'nostaljî' rojane ye!
Kurdên ji ber zexta dewletê û sedemên aboriyê cih û warên xwe terikandin û li Mersînê bicih bûn, tevî têkoşîna ji bo mayîna li jiyanê li vî bajarê metropol hewl didin çanda xwe jî biparêzin.
Kurdên ji ber zexta dewletê û sedemên aboriyê cih û warên xwe terikandin û li Mersînê bicih bûn, tevî têkoşîna ji bo mayîna li jiyanê li vî bajarê metropol hewl didin çanda xwe jî biparêzin.
Kurdên ji ber zexta dewletê û sedemên aboriyê cih û warên xwe terikandin û li Mersînê bicih bûn, tevî têkoşîna ji bo mayîna li jiyanê li vî bajarê metropol hewl didin çanda xwe jî biparêzin. Kurdên li taxên derdorê dijîn, li Çemê Delîçay ê Mersînê tiştê xwe dişo û bi vî hewl didin pêşî li îsrafa avê bigirin.
Kurdên ji ber polîtîkaya dewletê ya koçberkirina ji Bakurê Kurdistanê li Çûkûrovayê bicih bûn, li hemberî polîtîkayên terbiyekirina bi birçîbûnê û asîmîlasyonê, salên dûr û dirêj li ber xwe dan. Li jîngehên li derdora bajêr re, bi biryardarî hewl didin kevneşopiya xwe bidomînin. Kurdên ku bi giranî li taxên Çay, Çîlek, Ozgurluk û Yeşîlçîmenê dijîn, ji bilî ava vexwarinê, hemû eşyayên xwe yên malê li Çemê Delîçayê dişon.
Li ser Çemê Delîçeyê em li Mehmet Çelîk, hevser û zarokên wî yên li taxa Yeşîlçîmenê rast tên, ku ji bo şuştina tejik û hirî hatine. Gazinan dike ku kîlovata avê bi buhayekî bilind ji gel re tê firotin û anî ziman ku ew nizanin bê ava çem paqij e yan na. Çelîk diyar kir ku ji ber dewletê cezayê 'nasnameya polîtîk' daye gelê Pirsûsê ew ji neçarî hatine Mersînê û got, "Çemê Firatê di ber Deşta Pirsûsê re derbas dibe. Lê belê, tevî ku cihok û qenalên avê di deştê re derbas dibe û av ji Herranê re tê dayîn jî, ev 40 sal in Deşta Pirsûsê ji tîna ziwa bûye. Me jî ji ber nebûna avê gundê xwe terikand. Eger ava li Deşta Pirsûsê nehatibûya ziwakirin, dibe ku em îro ne li Mersînêbûna. Em hatin vê derê, lê li vir jî ava me nîne. Ji ber ku kîlovata avê bi buhayekî gelekî zêde ji gel re tê firotin. Ji ber ku em xizanin, tejik û hiriya xwe em li vir li Çemê Delîçayê dişon. Ev ne şerma me ye, ya dewletê ye."
Azîme Surgeç jî anî ziman ku bi germbûna hewayê re kombûna jinan li ser Çemê Delîçayê xweş e û diyar kir ku di dema paqijiya salane de, ew piştgiriyê didin hev.
Surgeç da xuyakirin ku jinên Kurd hirî, tejik û eşyayên xwe yên malê tînin li Çemê Delîçayê dişon û got, "Em rojek diyar dikin û bi hev re bi wesayîtê eşyayên xwe tînin. Her wiha dema di nava hin malbatan de mirovên karibin tejik û hiriyê bişon tinebe, em jin hemû bi hev re alîkariyê didin. Em piştgiriyê didin hev. Heyfe bi ava paqij tejik û hirî were şuştin. Me li gundê xwe jî hirî û tejikên xwe li çem dişuşt."