Li Cannesê çalakiya 'Kobanê ne film e'

Li Cannesê çalakiya 'Kobanê ne film e'

 

Kurdan li bajarê Cannes ê Fransayê ku navenda sînemayê ya Ewropayê ye, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê protesto kirin. Kurd li ber Qesra Mihrîcana Filman a Cannesê li hev kom bûn û bang li welat û dewletên Ewropayê kirin ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê têbikoşin.

Çeteyên DAIŞ’ê ji 15’ê Îlonê ve êrîşî Kantona Kobanê dikin û dewleta Tirk jî bi aşkerayî destekê didin çeteyan. Kurd li her derê êrîşan şermezar dikin û bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku li hemberî DAIŞ’ê têbikoşin.

Îro jî Kurdên li herêma Cote D’Azur a başûrê Fransayê dijîn, bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Kobanê û desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyan, li bajarê Cannesê li hev civiyan. Nêzî 100 Kurdistanî, li ber avahiya Mihrîcana Filman a Cannesê çalakî li dar xistin.

SÎNEMAVANAN JI BO ÇALAKIYÊ LI ÇEPIKAN XISTIN

Çalakiya Kurdan bi qasî 2 saetan berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Kobanê ne film e, ne senaryo ye, li ber çavan e, rastî ye. Êdî nebin temaşevanên vê rastiyê” hate vekirin û ev bang hate kirin:

“Li Kobanê drameke mirovahiyê heye. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku dijminên mirovahiyê ne, hemû gelan tehdît dikin. Divê hemû mirovahî li hemberî van çeteyan têbikoşin. Bêdeng nemînin, alîkarî bidin Kurdan û gelên herêmê.”

Sînemavanên li Qesra Mihrîcana Filman a Navneteweyî ya Cannesê ji bo çalakiya Kurdan li çepikan xistin.