Li Bûrsayê 8 kes hatin girtin

8 kesên di nav de nûçegihanê DÎHA Omer Gul jî heye yên 24'ê Tîrmehê li Bursayê hatin binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin û bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin.

8 kesên di nav de nûçegihanê DÎHA Omer Gul jî heye yên 24'ê Tîrmehê li Bursayê hatin binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin û bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin.

Li Bûrsayê 24'ê Tîrmehê di encama operasyonên siyasî yên qirkirinê de 15 kes hatibûn binçavkirin û ji wan serê sibê 9 kes sewqî Edliyeya Bursayê hatin kirin. Ji 9 kesan zarokê bi navê R.A. li dadgehê serbest hat berdan û 8 kesên din ên di nav de nûçegihanê DÎHA Omer Gul jî heye bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin û şandin Girtîgeha Bursayê.

Li gorî agahiyên ji parêzeran hatin girtin delîlên sedema girtinê çalakiyên demokratîk ên HDP'ê yên li Bûrsayê li dar xistin in.