Li Bosnayê bi sedan penaber di nav sermayê de dijîn

Li Bosnayê piştî ku dawiya Kanûnê kampa wan şewitî bi sedan penaber bêgav mane ku li nîvê zivistanê bi rengekî bê kon bijîn.

Li kampa Lîpayê ya li ser sînorê Xirvatîstanê ya Bostanê dawiya Kanûna bihurî şewat derketibû.  Piştî şewatê bi sedan penaberên ku hewl ddidin werin ewropayê bêyî ku konê wan hebe jiyana xwe didomînin.

Divê artêşa Bosnayê konên nû deyne, lê tê diyarkirin beriya Nîsanê ne pêkan e ku ev were kirin.

Li gorî nûçeya AFP'ê penaberên ku li ser rêya Ewropayê li Bosnayê asê mane di nav serma û seqemê de jiyana xwe didomînin.

Kamp ku piranî Efganî û Pakistanî ne 23'yê Kanûnê piştî ku Rêxistina Koçberan a Navnetewî 23'yê Kanûnê vekişiyabû, şewitîbû.

Li devera ku şewat lê derketibû artêşa Bosnayê bi qasî 20 konan danî, piraniya koçberan jî li qada daristanî ku kamp lê ye, jiyana xwe didomînin.

Esad Elî yê Pakistanî (30) ji AFP'ê re axivî û got, ''Av nîne, ceyran nîne, em nikarin serê xwe bişon. Tenê berf û baran e. Ti dermanê mirovan jî nîne. Ev derdekî giran e. Tenê hinek xwarina me heye.''