Li Belçîkayê 8'ê Gulanê konferansa mafên zarokan tê lidarxistin

Bi wesîleya salvegera 20'emîn wê Konvansyona Mafên Zarokan di mijara bicihanîna du protokolên lêzêdekirî li Belçîkayê konferanseke navneteweyî li dar bixe.

Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê Phîlîppe Goffîn roja Duşemê li Cenevreyê daxuyaniyek da û diyar kir ku wê di 8'ê Gulanê de li ser mafên zarokan konferanseke navneteweyî li dar bixin.

Yek ji protokolên lêzêdekirî yên navdar, têkildarî firotina zarokan, fûhûşa zarokan û pornografî (OPSC) ye, ya din jî têkildarî tevlîkirina zarokan li şerê çekdarî (OPAC) e. Belçîka ku ji sala 2019'an heta 2020'an endamê nedaîmî yê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye, ev mijar kir rojeva xwe ya bingehîn.

Goffîn di destpêka rûniştinên 43'emîn ên Konferansa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê axivî û got, "Van her du protokolan hîmên bingehîn danîne ji bo parastina zarokan ji tundî, îstîsmar û mêtingeriyê."

Îsal salvegera 20'an a her du protokolan e. Wezîr Goffîn destnîşan kir ku mafên zarokan 'mijara sereke ya rêk û pêk' a dîplomasiya Belçîkayê ye.

Konvansiyona Mafên Zarokan a Navneteweyî peymaneke navneteweyî ye ku di 20'ê Mijdara 1989'an de ji bo parastina mafên zarokan û naskirina wan li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hate qebûlkirin.