Li Balafirgeha Hannover AKP hat protestokirin
Li Hannoverê ciwanan bi çalakiya rûniştinê ya li balafirgehê hikûmetê AKP’ê şermezar kirin.
Li Hannoverê ciwanan bi çalakiya rûniştinê ya li balafirgehê hikûmetê AKP’ê şermezar kirin.
Ciwanên Kurd li bajarê Hannover ê Elmanyayê, li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Komkujiya Pirsûsê û êrîşên li hember gerîla yên ji aliyê AKP’ê ve tên pêşxistin li balafirgehê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Nêzî sed ciwanî azadiya Ocalan xwestin û bal kişandin ser rola AKP’ê ya di Komkujiya Pirsûsê de. Ciwanan xwestin AKP di qada navneteweyî de wek sûcdarê şer bê darizandin, li hember êrîşa hewayî ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medya nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku pêwîst e hêzên navneteweyî bertek nîşan bidin.
Di çalakiyê de alên KCK/PKK û posterên Ocalan hatin hilgirtin.
Her wiha li Augustplatz jî heta 1’ê Tebaxê wê konê nobetê bê vedan û ciwan der barê pêşketinan de raya giştî agahdar bikin.