Li bajarê Trondheim ê Norwecê Newroz hat pîrozkirin
Li Norwecê Kurd û dostên wan ên li bajarê Trondheim û derdora wê dijîn Newroz pîroz kirin.
Li Norwecê Kurd û dostên wan ên li bajarê Trondheim û derdora wê dijîn Newroz pîroz kirin.
Li yek ji bajarên peravê yên Norwecê Trondheim Kurdên ji çar parçeyên Kurdistan Newroza 2015’an li salona sporê ya Charlottenlundt pîroz dikin. Di pîrozbahiya ku bi sedan Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn hunermend Bêrîvan Arîn, Erol Berxwedan, Rûbar Şîno, Ferhat Kanat û Ronî stran gotin.
Di pîrozbahiyê de ligel muzûk û dirûşman govend hat gerandin. Dema hunermend Bêrîvan stran digot, 15 zarokên derketin dikê bi Bêrîvan re sirûda Herne pêş xwendin. Xwendina sirûdê rastî coşeke mezin a beşdaran hat.
Di şevê de li ser navê Komîteya Newrozê ya Trondheim Kamuran Khalil, li ser navê tevgera Goran Mariwan Mîrza û li ser navê YNK’ê Hewraman Mahmudî axivîn.
Pîrozbahiya saet 18.00’an destpê kir heta derengiya şevê dewam kir.