Li bajarê Orebro yê Swêdê abîdeya qirkirinê hat danîn

Li bajarê Orebro yê Swêdê, bi beşdarbûna Lîderê Ruhanî yê Dêra Ortadoks a Suryanî, Patrîkê hemû Rojhilat, Antakyayê Moran Mor Ignatius II. Efrem Kerim, abîdeya qirkirinê hat danîn.

Li bajarê Orebro yê Swêdê, bi beşdarbûna Lîderê Ruhanî yê Dêra Ortadoks a Suryanî, Patrîkê hemû Rojhilat, Antakyayê Moran Mor Ignatius II. Efrem Kerim, abîdeya qirkirinê hat danîn.

Merasîma vekirinê veguherî mîtîngê û nêzî 5 hezar kesî beşdar bûn. Petrik II.Efrem, waliya Orebro Marîa Larsson, şaredara Orebro Agneta Blom, axaftin kirin û diyar kirin ku divê qirkirina di 1915’an de hatiye kirin bê qebûlkirin û bang li dewleta Tirk jî hat kirin ku qirkirinê qebûl bike.

Agneta Blom da zanîn ku qirkirina 10 sal berê li Anatolya û Mezopotamyayê li ser gelê Ermenî, Suryanî û Rûman pêk hatiye, hîna birînên wan nehatine dermankirin û da zanîn ku ji bo hinek be jî êşa wan sivik bibe, gelek kêfxweşin ku di merasîma vekirina abîdeyê de cih digirin.

Petrik II. Efrem jî spasiyên xwe ji Parlamentoya Swêdê, rêveberên Şaredariya Orebro û gelê Swêdê kir û destnîşan kir ku di qirkirina Ermeniyan a 1915’an de 2 mîlyon Ermenî, Suryanî û Rûm hatine qetilkirin, dewleta Tirk ev qirkirin înkar kiriye û 100 sal şûnde qirkirina li ser gelên Iraq û Sûriyeyê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve didome.

WÊ ÊŞAN KÊM BIKE

Efrem wiha got: “Abîdeyek wisa ji bo gelê Ermenî û Suryanî girîng e. Suryanî di 1915’an de bi Ermenî û Rûman re hatin qetilkirin. Ev abîdeya hevbeş wê êşa wan kêm bike. Em teqez Seyfo ji bîr nakin. Çi dibe bila bibe, divê em qirkirinê ji zarok û neviyên xwe re vebêjin. Tirkiye înkarê qebûl nake. Ji ber vê birînên Seyfo nayên dermankirin û zemîna qirkirinên nû vedike. Divê dewleta Tirk qirkirinê qebûl bike û bi qirkirinê re bê rû hev.”

CÎHAN QIRKIRIN JI NEDÎTÎ VE HAT

Waliya Orebro Marî Larsson jî got, di qirkirinê de yên bêdeng mane jî bi qasî ku yên qirkirin pêk anîne berpirs in û wê demê rojavayiyan qirkirin ji nedîtî ve hatine. Larsson da zanîn ku bajarê wan ji vê abîdeyê re malovaniyê dike û dixwazin êşa di 1915’an de hatiye jiyîn parve bikin.

Sefîrê Mezin ê Ermenîstanê yê Swêdê Antak Apîtonyan jî di merasîmê de cihê xwe girt. Apîtonyan jî axaftine kir û got parlamentoya Swêdê di 2010’an de biryara qirkirinê girt û niha jî li bajarê Orebro abîde hat çiqandin, ev kêm be jî wê êşa gelê Ermenî kêm bike.

Komîteyeke ku Asûrî-Suryanî-Ermenî û Rûman ava bûye xwestin li bajarê Orebro abîdeyek bê şandin. Komîteyê di 15’ê Nîsana 2014’an de serî li şaredariyê da û xwestin di 100. salvegera qirkirinê de li Orebro abîde bê danîn.

Meclîsa Şaredariya Orebro ev pêşniyar di cih de dît û biryar da ku li Parka Vallakra abîdeya qirkirinê bê danîn.

...