Li bajarê Herne yê Elmanyayê kursa zimanê Kurdî
Li bajarê Herne yê Elmanyayê kursa zimanê Kurdî
Li bajarê Herne yê Elmanyayê kursa zimanê Kurdî
Bi pêşengtiya Komîsyona Perwerdeyê ya Enstîtuya Kurdî ya li Elmanyayê, kursên zimanê Kurdî didomin. Di vê çarçoveyê de, li bajarê Herne yê Almanyayê jî kursek hat destpêkirin.
Starta kursa Kurdî ya li Komeleya Silava, bi axaftinekê hat dayîn. Li ser navê Komîsyona Perwerdeyê ya Enstîtuyê A. Avesta Aydin axov û got: “fêrkirina zimanê dayikê her çiqasî ji bo wan mijareke xemgîniyê be jî, lê daxwaza zarok û ciwanan a ji bo fêrbûnê, dermankirina wan birînan e.”
Aydin wiha dewam kir: “Di nava salekê de, li gelek bajaran min bi xwe kurs vekirin û niha jî ji bo amadekirina hîndekaran xebatên me didomin û di navbera 23-27ê vê mehê de, bi dersdayîna Serokê Enstîtuya Kurdî Fevzî Ozmen li navenda xwe ya li Hagenê, kursa hîndekaran organîze kir û ji zarok û ciwanan xwest, demeke kurt de Kurdî fêr bibin û di siberojan de kesekî Kurdî nizanibe nemîne, her wiha ew bi xwe Kurdî ne ku fêrî Kurdan bikin, fêrî biyaniyan bikin.
Piştî axaftinê Aydin, mamosteyên ku wê li Komeleya Silava dersê bidin bi xwendekaran da nasandin.
Mamoste Wissam Baran Saleh ê ev demeke li komeleyê kursê dide, ji ber piştgiriya Enstitûyê kêfxweşiya xwe anî ziman. Herwiha Mamoste Kawa jî soza xebateke hevpar û xweş da zarokan.
Kursa ji bo zaroyên temenê wan di bin 10’an de, ji aliyê Wissam Baran Saleh, kursa ciwanan jî, ji aliyê Kawa Aktaş ve tê dayîn, A. Avesta Aydin jî wê organîzeya wê de cih bigire.
Kurs rojên Înê saet di navbera 17-19’yan de, li navenda Komeleya Silava tên dayîn.