Li Awûstûrya komên cuda yên pîşeyî piştgirî dan HDP’ê

Li Awûstûryayê ji pîşeyên cuda gelek kes hatin gel hev û diyar kirin wê di hilbijartinan de piştgiriyê bidin HDP’ê.

Li paytexta Awûstûrya Viyana, komeke ji rojnamevan, nivîskar, siyasetmedar, fêrkar, mîmar, sosyolog, xwendekar, sendîkavan, karsaz, parêzer, akademîsyen, hunermend û helbestvan, civîneke çapemeniyê li dar xistin û diyarkirin ku wê di hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP’ê.

'EM BANGA PIŞTGIRIYA JI BO HDP’Ê DIKIN’

Di daxuyaniya civîna çapemeniyê de wiha hat gotin, "HDP, partiya aştiya adil û wekheviya civakî ye. Ji bo Tirkiye ji vê pêvajoya tarî derkeve, em 7’ê Hezîranê piştgiriyê didin HDP’ê. Em bang li tevayî kesayetên wicdanê wan bihêz dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna hilbijartinê ya HDP’ê. Em bang li her kesê ku mafê wan ê dengdanê heye dikin ku di navbera 8-31’ê Gulanê de dengên xwe bidin HDP’ê."

Koma ji 49 kesan wê çawa tevkariyê li xebatên HDP’ê yên li Awûstûryayê bikin nîqaş kirin.

...