Li Amûdê perwerdeya zêdekirina mamosteyên nû

Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) li bajarê Amûdê bi armanca gihandina mamosteyên zimanê Kurdî dewreyeke perwerdeyê da destpêkirin.

Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) li bajarê  Amûdê bi armanca gihandina mamosteyên zimanê Kurdî dewreyeke perwerdeyê da destpêkirin.

Piştî biryara vekirina peymangehan û zêdekirina mamosteyên zimanê Kurdî ku di kongreya ziman û perwerdeya demokratîk a li bajarê Qamişlo hatiye lidarxistin, xebatên perwerdekirina mamosteyan hatin zêdekirin. Bi vê mebestê li bajarê Amûdê jî dewreyek perwerdeyê hate destpêkirin.

Perwerde li Dibistana Necmedîn Ehmed îro bi merasîmekê destpê kir. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir û 236 namzetên mamostetiyê tevlî bûn, li ser navê Koordînasyina Tevgera Ziman û Perwerdeyê Nûjîn Bilind û li ser navê TZP’ya Amûdê Delîl Cûdî axivîn.

Di axaftinan hate diyarkirin ku ev perwerde li hemû bajar û herêmên Rojava têne dayîn û armanc jî gihandina mamosteyan e. Axaftvanan destnîşan kirin ku ew dixwazin perwerdeyeke demokratîk pêş bixin û ji hemû şagirtan re serketin xwestin.

Di dawiya merasîmê de bernameya perwerdeyê hate diyarkirin û şêranî li hemû şagirt û mamosteyan hate belavkirin.