Li Amedê rojên danasîna Dihokê

Li Amedê rojên danasîna Dihokê

Rojên danasîna Dihokê ku di çarçoveya Protokola Yekîtî û Biratiyê ya di navbera Şaredariya Surê û Şaredariya Dihokê de hat îmzakirin bi resepsiyonekê dest pê kir. Bermame bi slogana "Bircên Amedê Dihokê hembêz dike" dest pê kir. Bername dê 3 rojan berdewam dikin.

Rojen Danasîna Dihokê ku di çarçoveya Protokola Yekîtî û Biratiyê ya di navbera Şaredariya Surê û Şaredariya Dihokê de 4 sal berê hatin îmzekirin îsal li Amedê li Salona Navenda Çanda Cegerxwînê bi resepsiyonekê dest pê kir. Bernameya ku bi silogana "Birçên Amedê Dihokê hembêz dike" dest pê kir, dê 3 rojan berdewam bike û heta 27'ê Nîsanê berdewam bike. Resepsiyona bernameyê li Navenda Çanda Cegerxwîn ya Şaredariya Peyasê pêk hat. Di bernameyê de Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrtaş, Şaredarê Dihokê Şevket Muhammet Emîn Osman, Şarezayê Dihokê Botan Muhsîn, Endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê, endamên Meclîsa Kongreya Civaka Demokratîk, endam û rêveberên BDP'ê û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn.

Di destpêkê de Şaredarê Dihokê Şevket Muhammed Emin Osman axivî û wiha got: "Em bi vê têkiliyê u diyaloga navbera şaredariyan pir kêfxweş in. Ev têkilî hêjaye rêzgirtinê. Dê bêtir xebat û tiqafa şaredariyan xurt bike. Em hêvî dirkin ku ev biwas berdewam bike."

Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş jî anî ziman ku ew bi pêşwazîkirina şaredariya Dihokê pir kêfxweş in û pir kêfxweşin ku mahzumandiyê ji Dihokê re dikin. Demîrtaş, anî ziman ku bi van xebatên bi vî rengî êdî sînoran ji nava xwe radikin û her çar perçeyên xwe diyik yek û tifaqa xwe bêtir xurt dikin. Demîrbaş, da zanîn ku xuya dike ku êdî tu wateya sînoran nemaye û ger ku dil bixwaze dikarin dîsa hevkarî û biratiya xwe berdewam bikin." Bername dê bi panel, sînevîzyon, şano û pêşengegan berdewam bike.

Bernameya danusandina rojan wisa ye:

25'Ê NÎSANÊ

*Li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn destpêkirin (11.00)

* Li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn nîşadana folklorê (11.30)

* Li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn pêşengeha wêneyan a Dihokê (12.00)

* Li tesîsên sporê yên Şaredariya Bajarê Mezin musabakaya futbolê (15.00)

* Li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn panela wêjeyê (17.00)

* Li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn resepsiyon (20.00)

26'ê NÎSANÊ

* Li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn panela çapemeniyê (11.00)

* Li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn pêşandana filîma bi navê Pawer (14.00)

* Li Mala Dengbêjan guhdariyan dengbêjan (20.00)

* Li tesîsên sporê yên Şaredariya Rezan mqaç Voleybolê ya jinan (18.00)

* Li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn pêşandana kolandina arkeolojîk (11.00)

27 NÎSANÊ

* Li Qada Derê Çiya konsera Bilind Îbrahîm û Karwan Kamil (16.30)