Li Amedê panela Derûniya Wêje û Hunera Bindest
Li Amedê panela Derûniya Wêje û Hunera Bindest
Li Amedê panela Derûniya Wêje û Hunera Bindest
Nivîskar Rênas Jiyan, wergêr Kawa Nemir û şanoger Ruknettin Gun panela bi navê "Derûniya Wêje û Hunera Bindest" li Salona Resepsiyona Sumerparkê pêk anîn. Di panelê de wergêr Kawa Nemir diyar kir ku dewletê tenê dest dirêjî axa kurdan nekiriye û dest dirêjî ziman, nasname, çand û wêjeya kurdan jî kiriye.
Nivîskar Rênas Jiyan, wergêr Kawa Nemir û şanoger Ruknettin Gun panela bi navê "Derûniya Wêje û Hunera Bindest" li Salona Resepsiyona Sumerparkê pêk anî. Kovara Asîva, bi tevlêbûna Niveîskar Rênas Jiyan, Wergêr Kawa Nemir û şanoger Ruknettîn Gun panel pêk anî. Etîdorê Kovara Asîva Mekî Ekîn pêşkêşiya panelê kir. Di panela ku gelek welatî amade bûn de Nivîskar Rênas Jiyan, diyar kir ku ji ber heta niha civaka kurd bindest bû wêjeya kurd dewlemendiya wê derneketye pêş û xwest her kes li wêjeya kurdî xwedî derkevin û aliyiyê wê yê dewlemend derxin pêş. Xwest kurd li wêje, helbest, çîrok û nixên wêjeyî xwedi derkevin û biparêzin. Şanoger Ruknettîn Gun, jî diyar kir ku polîtîkayên sertestan mudaxaleyî wêje û hunerê dikin û li gorî xwe dixwazin bi teşe bikin u bal kişand ser mînakên cîhanê.
Wergêr Kawa Nemir jî xwest wekî gel divê li wêje û hunera xwe û çanda xwe xwedî derkevin û wiha got: "Dewletê tenê dest dirêjî axa kurdan nekiriye. Dewletê dest dirêjî çand, nasname, ziman û wêjeya me jî kiriye. Ev bi awayekî rêk û pêk didome. Ev mudadaxale li hemberî ramanê ye."