Li Amedê li deriyên dikanan lewheyên ‘vekirî-girtî’ hatin daliqandin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, KCD û TZP-Kurdî lewheyên ‘vekirî-girtî’ yên Kurdî belav kirin û ji bo meşa 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê bang li gel kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, KCD û TZP-Kurdî lewheyên ‘vekirî-girtî’ yên Kurdî belav kirin û ji bo meşa 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê bang li gel kirin.
Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ku wê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, KCD û TZP-Kurdî bi hin çalakiya pêşwazî bikin, îro saet 10.00’an li ser Kolana Binkeya Tenduristî ya Baglarê belavok hatin belavkirin û gel ji bo meşa roja Şemiyê hate vexwendin.
Serokatiya Daîreya Çandê ya Şaredariyê, HDP, DBP, Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sanatkaran beşdarî belavkirina belavokan bûn, lewheyên bi Kurmancî û Zazakî yên li ser ‘girtî-vekirî’ nivîsandî ligel afîşan li esnafan hatin belavkirin. Şêwrimendê Şaredar ê Berpirsê Perwerdeyê Şerîf Derînce daxuyanî xwend û got, “Li hemû welatên zimanê wan qedexe yên cîhanê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê wek “Roja Şehîdên Ziman” tê pêşwazîkirin. Em jî vê rojê wek Roja Zimanê Dayikê pîroz dikin. Wek Şaredariya Mezin, Kurdî-Der û TZP-Kurdî me gelek çalakî hene. Ji bo vê em hatin serdana esnafan. Em lewheyên Kurdî li wan belav dikin. Roja Şemiyê ji ber KCD’ê heta Parka Koşuyolu meşek heye, em gelê xwe vedixwînin vê meşê.”
Alîkarê Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Pîşekaran Abdullatîf Aykul da zanîn ku ew îsal piştgiriya vê meşê dikin û ji bo meşa Şemiyê banga beşdariyê kir. Her weha rayedarên DBP’ê jî banga beşdarbûnê kirin.
ESNAFÊN BAGLARÊ JÎ LEWHE DALIQANDIN
Li aliyê din jî di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, bi tevlîbûna Serokê Giştî yê KURDÎ DER’ê Sabahattîn Gultekîn, Hevşaredarê Baglarê Eşref Guler, Wekîla Hevşaredarê Baglarê Selma Surer, Hevserokê DBP’a navçeyê Zekîn Çetîn û rêveberên KURDÎ DER’ê li Baglarê li deriyên dikana lewheyên ‘girtî-vekirî’ hatin daliqandin.