Li Amedê kûrsên ziman ên Kurdî rastî pêwendiyê tên

Li Amedê kûrsên ziman ên Kurdî rastî pêwendiyê tên

Kûrsên ziman ên Kurdî ku ji aliyê navenda Perwerdeya Pişeyî ya ser bi Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye vekirin, li pêwendiyeke mezin rast tên. Ji jinên kedkarên malê heta mamosteyên teqawît, beşên cuda yên civakê perwerdeya bi zimanê dayikê dibînin.

Navenda Perwerdeya Pişeyî ya li qada jiyana hevpar a Sumer Parkê kar dike û bi kûrsan re hewl dide xebatkarên bi wesif têbigihîne, di rojên ku boykota dibistanê di rojevê de ye de, kûrsên perwerdeya bi zimanê dayikê dide.

Perwerdeya ku ji aliyê mamosteyên Amed Kurdî-Derê ve tê dayîn, ji du komên destpêk û asta duyemîn pêk tê.

Yek ji hîndekarê Kurdî-Derê Mehmet Salîh Ongu der barê kûrsê de agahî da û diyar kir ku kursên wan ji 90 şagirtan pêk tên û dê 3 mehan dewam bike.

Ongu diyar kir ku ji jinên kedkarên malê heta mamosteyên teqawît her beşên civakê pêwendiyeke mezin nîşanî kûrsan didin û got, "Her çend hinekî dereng mabe jî, xwedîderketin û daxwaza bikaranîna zimanê dayikê li her qada jiyanê, me kêfxweş dike."

Ongu da xuyakirin ku ew weke komeleyê dixwazin xwe bigihînin gelek mirovan û rê vekin ku gel zimanê xwe yê dayikê di jiyana rojane de bikar bîne.