Li Almanyayê ji kûrsên Kurdî 40 kûrsiyer mezûn bûn
Li Almanyayê ji kûrsên Kurdî 40 kûrsiyer mezûn bûn
Li Almanyayê ji kûrsên Kurdî 40 kûrsiyer mezûn bûn
Enstîtuya Kurd a Almanyayê bawername da 40 şagirtan. Enstîtuya Kurd a Almanyayê ku bi gotina “Ger gelê me nikare bê, em biçin ba wan” dest bi kursên Kurdî kiribû, yekem bawernameyên sala 2013 dan şagirtan.
Merasima bîranînê li bajarê Hagen a Almanyayê pêk hat û piraniya wan jin û ciwan bi giştî 40 şagirt dîplomayên xwe ji rêveberên Enstîtuyê Mîrhem Yîgît, Fevzî Ozmen û Aysel Avesta Aydin wergirtin.
Yîgît, Ozmen û Aydin dan zanîn ku armanca wan ew e ku ew e Kurdiyê şa bikin û careke din bal kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî.
Piştî merasima dîplomeyan ji Koma Amargî Ahmet Kara, Înan, Ufuk, Hasan Alî Kemal stran gotin.
JI KURD-AKAD Û ESTÎTUYA KURD A LI ALMANYAYÊ ŞEVÊN XWENDINÊ
Li aliyeke din jî, di bernameyê de Kurd-Akad û Enstîtuya Kurd a Almanyayê dest bi Şevên xwendinê kir. Mêvana Şevên Xwendinê nivîskar Rûkiye Ozmen bû. Ozmen ji Çîrokên Şevbihêrkan 4 çîrok xwend.
Bi taybet çîrokên Rovî, Hingiv û Hirç, bi coşeke mezin ji aliyê zarokên şagirt ve hate guhdarkirin.