Li Şengalê Çarşema Sor hate pîrozkirin

Li çiyayên Zerdeştê Cejna Çarşema Sor a Feqîran bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Li gorî salnama mîladî îro Çarşemba Serê Salê ya Feqîran e. Bi wê boneyê bi sedan Şengalî berê xwe dan herêma Serdeştê û beşdarî pîrozahiyê bûn. Şengaliyan ji duh ve amadekariyên xwe kirîbûn.

Di şahiyê de hunermendê Şengalê Şakir Helîqî berhemên xwe pêşkêş kir. Di şahiyê de govend hate gerandin. Şengaliyan rojek li gora coş û ruhê biharê jiyan kirin.

Bi boneya cejnê Saziya Malbatên Şehîdan û bi sedan welatiyan serdana Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgêş kirin û li ser gora şehîdan find vêxistin.

Hevseroka Meclîsa Gel Meyan Şengalî axivî. Şengalî Cejna Çareşema Nîsanê li hemû civaka Êzidî û şehîdan pîroz kir û got: “Em her sal di êvara cejnê de berê serdana gorên şehîdan dikin û li ser gorê find vêdixin.“

Cejna Çarşema Sor ji bo civaka Êzidî cejna herî naskirî ye. Li gorî baweriya Êzidiyan Xwedê her sal melekekê rê dike rûyê erdê, ji bo ku nebaşiya li nav mirovan ji holê rake û başî û xweşiyê di nav mirovan de belav bike.

Li gorî baweriya Êzidiyan di vê mehê de cîhan hatiye avakirin. Bi wê boneyê vê rojê hêk têne kelandin û bi rengan tên boyaxkirin.

Cejna Çarşema Sor an Cejna Serê Salê ji aliyê Feqîra ve û ji aliyê Mîladî ya Babê Şêx ve wek du şahiyên cûda pêktên. Îsal Çarşemba Serê Nîsanê ya Feqîran wek 6’ê Nîsanê hatîbû diyar kirin û Çarşema Serê Salê ya li gorî Babê Şêx mîladî bûye wek 20’ê Nîsanê hatiye eşkere kirin.

Tê payîn ku di 20’ê Nîsanê de jî şahiyek girseyî ya cejna Çarşema Sor pêk bê.