Li 9 navendên Rojava pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî
Li 9 navendên Rojava pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî
Li 9 navendên Rojava pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî
Bi munasebeta roja zimanê kurdî 15’ê Gulanê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li 9 navendên Rojavayê Kurditanê şahiyan lidar dixe..
Saziya Zimanê Kurdî cih û dîroka şahiyên xwe ji raya giştî re wiha eşker kir.
Qamişlo
Li Qamişlo şahî di 15’ê Gulanê saet di 16.00’an de li Meydana Şehîd Xebat a Taxa Hilêliyê bi beeşdariya komên Botan, Dîlan û hunermendên ji derve were lidarxistin.
Efrîn
Li Efrîn di 15’ê Gulanê saet di 16.00’an de dê meşek ji ber Otostrad Raco destpêbike û heta Meyda Azadî ku dê şahiya mezin were lidarxistin bimeşin. Li vir şahî dê bi beşdariya komên herêm lidarxistin.
Serêkaniyê
Li Serêkaniyê dê şahî di 15’ê Gulanê saet di 17.00’an de li parka Şehîd Kerwan bi beşdariya koma Aya Haco ya girêdayî SZK’ê were lidarxistin. Hewr wiha dê 101 bawernameyên zimanê kurdî di şahiyê de werin belavkirin.
Dêrik
Li Dêrikê dê şahî di 15’ê Gulanê saet di 15.00’an de li Meydana Şehîd Beyrem bi beşdariya Komên Cûdî, Wan yên herêma Koçerat û komên Şehîd Mizgîn, Kulîlkên Azadiya Zarokan û hunermend Hejar Elanî û Mistefa were lidar xistin. Her wiha di şahiyê de komên ji derve jî dê beşdarbibin.
Amûdê
Li Bajarê Amûdê dê şahî di 15’ê Gulanê saet di 16.00’an de li parka Sînema Amûdê de bi beşdariya komên Agirî, Nûpel da û Koma Zîlan a Dirbêsiyê were lidar xistin. Di şahiyê de dê hunermend Elî Mensûr û Tariq Derwîş jî beşdar bin.
Tirbesipiyê
Li Tirbesipiyê dê şahî di 15’ê Gulanê saet di 15.00’an de bi beşdariya koma Şehîd Xebat, Koma Şehîd Remedan û Koma Şehîd Egîd were lidarxistin.
Girkê Legê
Li Girkê Legê dê şahî di 14’ ê gulanê saet di 16.00’an de li Navenda Çand û Hunerê a Rimlan bi beşdariya bi beşdariya Koma Şehîd Serhildan were lidarxistin. Her wiha dê kartên rêzgirtinê ji mamosteyên ku biryara wezareta perwerdeyê ya Sûriyê pêk naîn û ji dibistaên xwe qut nebûn belavbibin. Di şahiyê de dê bawernameyên asta yekem û 2’emîn li şagirtan werin belavkirin.
Kobanê
Li Kobanê dê meşek di 15’ê Gulan saet di 17.00’an de ji ber Meydana Êksbirêks destpê bike û li ber navenda SZK’ê ya bajêr bidawî bibe. Li vir dê Şahî bi beşdariya komên Botan, Şehîd Mihemed, Laleş û Koma Girava Rojê ku dê ji Bakurê Kurdistanê were lidarxistin.
Dirbêsiyê
Li Dirbêsiyê di 16’ê Gulanê saet di 17.00’an de şahî li Parka Celadet Bedirxan bi beşdariya Komên Şehîd Zîlan, Agrî û Nûpelda a Amûdê were lidarxistin.