Li 4 navendan çalakiyên zimanê dayikê

Li 4 navendan çalakiyên zimanê dayikê

Gelê Kurd, serdema nû ya perwerde-hîndekarî ya sibê li Tirkiyê destpê dike, boykot dike. Di çalakiyên zimanê dayikê yên li Stenbol, Meletî û Colemêrgê de daxwazên ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê hatin dûbarekirin û banga 'dawî li vê şermê bîne' li Tirkiyê hat kirin.

Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê, ji bo piştgiriyê bide boykota hefteyekê ya dibistanan a ji bo perwerdeya zimanê dayikê û rakirina 'sonda me' ya li dibistanan bi zorê tê xwendin, li ber Dibistana Amedeyî ya Galatasarayê çalakiyek lidar xist. Tevî malbata Hidir Ercan ê ji ber nasnekirina perwerdeya bi zimane dayikê zarokên xwe naşîne dibistanê, Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Emrûllah Bîngul û endamên Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Huseyîn Gozen û Roşan İşiktaş hebûn. 

Hevserokê BDP'ê yê Stenbolê Emrûllah Bîngul li çalakiyê peyivî û destnîşan kir ku di sedsala 21. de daxwazên ji bo mafên zimanê Kurdî ji bo Tirkiyê şerm e û got, "Eger gelê Kurd ê zêdeyî 20 milyonan îro hînê xwedî mafên ziman nîne û di vî warî de daxwazên xwe tîne ziman, ev yek ji bo mirovahiyê şermeke. Xwediyê vê şermê Komara Tirkiyê ye."

Bîngul ragihand ku Tirkiye ji aliyê gelên Kurd û Tirk ve bi hev re hat avakirin û got, "Heta roja îro bi polîtîkayên cuda zimanê Kurd nehat qebûlkirin. Kurd ji hingî ve li ser piya sekinî û bi zimanê xwe axivî. Divê êdî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayîn. Eger ev maf neyê dayîn dê pêvajo nemeşe. Emê ti siyasetên li ser zimanê dayikê qebûl nekin. Em îlan dikin ku emê zarokên xwe hefteyekê neşînin dibistanan."

Li dû axaftinan Alîkara Hevserokên BDP'ê ya Stenbolê Îlkay Yenîgun daxuyanî da û destnîşan kir ku ji ziman ji bo dewamkirina jiyanê ji bo mirovan navgîneke bingehîn e û got, "Dayîna vî mafî  di berpirsyariya hikûmetê de ye. Astengkirina bikaranîna ziman li qada perwerde, çand û cemaweriyê, afirandina bingeha tinebûna ziman e. Ev yek jî gunehekî li dijî mirovahiyê ye. Em dixwazin astengî û qedexeyên li pêşiya hîndekarî û perwerdeya zimanê dayikê û 'sonda me' bê rakirin." Yenîgun banga beşdariya li boykota sibê kir.

Li dû daxuyaniyê hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê li defê xistin û piştgirî dan çalakiyê.

EDENE

Rêxistina BDP'ê ya Edenê jî bi daxwaza "perwerdeya zimanê dayikê" li avahiya partiyê civîneke çapemeniyê lidar xist. Alîkarê Hevserokên BDP'ê yên Edenê Nîhat Doganer daxuyanî da û diyar kir ku zarokên Kurdan dê îsal jî bi zimanekî biyanî dest bi perwerdeyê bikin û got, "Polîtîkayên yekperestiyê yên di bingeha felsefeya avabûna komarê de hatiye bicihkirin, ji hingî ve heta roja me ya îro dewam kiriye. Bi plana Şark Islahat re hewl hatiye dayîn gelê Kurd bi temamî bê asîmîlekirin û were tinekirin. Perwerdeya zimanê dayikê daxwaza hevpar a hemû Kurdan e."

Doganer destnîşan kir ku ji ber qedexeyên li ser perwerdeya bi zimanê Kurdî dewam dikin, ewê hefteya destpêkê zarokên xwe neşînin dibistanan.

MELETÎ

Rêxistina BDP'ê ya Meletiyê, bi armanca naskirina mafê "perwerdeya zimanê dayikê" ji bo piştgiriyê bide biryara TZP-Kurdî ya boykota hefteyekê ya dibistanê, civîneke çapemeniyê lidar xist. Serokê BDP'ê yê Meletiyê Abzer Yavaş di daxuyaniya xwe ya li vê derê de anî ziman ku zext li zarokên kurd tê kirin ku bi zimanekî biyanî perwerdeyê bibînin û got, "Mafê perwerdeya zimanê dayikê ku mafê herî bingehîn ê însanî ye, di heman demê de mafê xwezayî ye ku jêveger nabe. Divê ti carî dest lê neyê dayîn. Dewleta Tirk ji destpêka avabûna xwe û vir ve bi astengkirina vî mafî yê gelê Kurd û hemû etnîsîteyên li Anatoliyê, sûcê mirovahiyê dike. Em dixwazin dawî li vî sûcî bê anîn."

Yavaş diyar kir ku ji ber 'sonda me' çi eleqeya wê bi pîvanên edaletê re nîne, înkar û derew li ser zarokan tê ferzkirin û got, "Ev hemû polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê, bi bexwedana gelê Kurd re çûne çopê. Gelê Kurd xwe gihandiye wê hunerê, ku ya winda kiriye li cihê winda kiriye digere û dibîne."

COLEMÊRG

Li Colemêrgê jî KURDÎ-DER û Egîtîm-Sen Şaxê Colemêrgê dan xuyakirin ku ewê nêzî 10 hezar îmzeyên bi daxwaza "perwerdeya zimanê dayikê" kom kirine, sibê pêşkêşî Muduriyeta Perwerdeyê a Milî bikin û bang li gelê Colemêrgê kirin ku beşdarî meşa sibê saet di 13'an a li ber avahiya Şaredariyê de bibe.