Kurdistan li dijî HES û bendavên ewlehiyê dadikeve qadan!
Xebatên ji bo çêkirina Bendava Ilisu ya ku bajarê antîk Heskîfê di bin avê de dihêle didomin. Li dijî vê wê di 28'ê Adarê de çalakî werin lidarxistin.
Xebatên ji bo çêkirina Bendava Ilisu ya ku bajarê antîk Heskîfê di bin avê de dihêle didomin. Li dijî vê wê di 28'ê Adarê de çalakî werin lidarxistin.
Xebatên ji bo çêkirina Bendava Ilisu ya ku bajarê antîk Heskîfê di bin avê de dihêle didomin. Endamê Hewldana Jiyandina Heskîfê Ercan Ayboga da zanîn ku li bendava û HES’ên ku li Kurdistanê tên çêkirin wê gel di 28’ê Adarê de dakevin qadan û divê di Bendava Ilisuyê di çarçoveya muzakereyan de bê destgirtin.
Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê û KCD li dijî projeyên HES û bendevanên li Kurdistanê tên çêkirin di 28’ê Adarê de li Êlih, Mêrdîn, Amed, Wan û Dêrsîmê çalakiyan pêk tînin. Endamê Hewldana Jiyandina Heskîfê Ercan Ayboga ku bi salan li dijî Bendava Ilisuyê têkoşiya der barê HES û Bendavan de ji ANF’ê re axivî.
Ercan Ayboga da zanîn ku projeya Bendava Ilisuyê projeya ku paşeroja wê dirêj e û çêkirina wê çend caran hatiye sekinandin û herî dawî gerîlayan du muteahît revandin û di encama vê de karkeran îstîfa kirin û înşaet hat sekinandin. Ayboga wiha got: “Ji meha Kanûnê heta niha dîsa xebata bendavê hatiye destpêkirin. Niha ji sedî 80 tê gotin ku qediyaye. Xebatkarên ji herêmê tinene. Bi sedan karker ji derveyê Kurdistanê ji aliyê muttehîtan ve tînin. Ji bo ku zêdetir tedbîran bigirin 600 leşker şandine.
Cerdevan jî di parastinê de cih digirin. Ji bo Santrala Hîdro Elektîrîk biqede xebat 24 saetan berdewam dike. Kota bendavê jî diqede. Hikûmet hedef dike ku heta 23’ê Kanûnê bendavê biqedîne. Ji vir şûn ve tê hedefkirin ku gol di navbera 6 meh û 2 salî de avê berhev bike.”
GEL LI DIJÎ PROJEYAN BI BERTEKIN
Ayboga bal kişand ser bertekên gel ên li dijî bendavê û got ku herî dawî li Kerboranê di 1’ê Adarê de çalakiyek pêk hat û wiha aivî: “Li dijî bendav û HES’ê meş pêk anîn. Gelê Kerboranê li dijî çêkirina bendavan notr bû, sedema vê jî ev bû navçeyek xizane. Hêviya wan ev bû ku bi înşaeta HES’ê re kar bibînin. Lê niha helwesta wan guheriye.
Hikûmet girîngiyê dide Bendava Ilisuyê. Ligel aliyê wê yê aborî, ji bo ku zextê li ser Iraqê bike û avê dibire û wek tehdîd bikar tîne. Li herêmê armancên siyasî hene. Dixwazin Kurdistanê bi armanca ewlehiyê bikar bînin. Dixwazin mirovan ji warê wan bikin û bikişînin metropolan.
Heta niha kesên li gundê Ilisuyê dijiyan neqlî gundê nû yê Ilisuyê hatin kirin. Welatiyên din hê warê xwe terk nekirine û niha xebatên cemawerîkirina 199 cihî didome. Piranî temam bûne. Mirovan îtîrazê vê kirin. Doz didomin. Ev dibe ku veguherin dozên demdirêj. Li Navenda Heskîfê jî mijar ne zelal e. Gel di van şert û mercan de dixwaze biçin Heskîfa nû hatiye avakirin. Ew protestoyên cuda dikin. Polîtîkayên Tirkiyeyê yên xwecîhbûna nû di rewşek xerab de ye. Ji ber standarta wan gelek kêm e kalîte jî dikeve.”
BERHEM NE MIMKUNE KU BÊN BARKIRIN
Ayboga di berdewamiya axaftina xwe de got: “Texrîbata herî mezin a Bendava Ilisuyê texrîbata çandî ye. Berhemên dîrokî yên Heskîf bi hezaran salî ye. Dewletê çend meh berê ji bo van berheman bikişînin îhale kir lê kesî ev neda ber çavan ku van berheman bibin cihekîn. Yekemîn îhaleya Turbeya Zeynel Beg hat kirin. Ti şîrketê tiştek negot û proje li hewa ma. Ev jî tiştên ku em di salên dawî de dibêjin piştrast dike. Me her tim digot berhemên li wir nekare bê kişandin. Ev niha hat tespîtkirin. Li Tirkiyeyê ji xwe tecrubeyek wisa tine. Tecrubeyên cîhanê jî gelek bi sînor in. Dewlet çi bike jî divê mijarê de wê biser nekeve. Berhem bên kişandin wê hemû xera bibin û taybetiya xwe winda bikin. Behsa 50 berhemî tê kirin. Barkirina van ne mimkun e.“
Ayboga got ku bendav yekser bi pirsgirêka Kurd re eleqedar e û wiha dirêjî da axaftin xwe: “Li Colemêrg û Şirnexê 11 bendavên ewlehiyê hene. Ew bi armanca leşkerî hatine çêkirin. Bendavên din ji bo ranta aboriyê hatine çêkirin. Aliyê wê yê leşkerî jî heye. Yek ji van jî Ilisu ye. DSÎ bi dehan carî di civînan de aşkera kir ku ev bi armanca ewlehiyê hatine çêkirin. Rayedarên dewletê jî ev gotiye. Yanî tenê civak vê navêje holê. Ev jî nîşan dide ku dewlet di çareseriyê de ne samîmî ye. Pêvajoya çareseriyê du sal berê destpê kir, agirbest hat îlankirin, dewletê ev wek derfet dît û bi dehan projeyên bendav, rê, maden û qereqolê temam kirin. Lê Bendava Ilisuyê gelek girîng e. Wê 136 km Çemê Dîcle di bin avê de bimîne. Em kêlekên wê jî bi hesab bikin digihêje 400 km’yî. Çavkaniyên 80 hezar mirovî ji destê wan tên girtin. Mîrate tine dibe. Li Heskîfê bi sedan cihên arkeolojîk hene. Wê hemû bên tinekirin.
Li gorî mantika dewletê ev bendav wê pêşî li derbasbûna gerîlayan bigire û an jî şikeftên ku gerîla lê dimînin wê di bin avê de bimînin. Ji derbasbûna ji sînorên Mêrdîn, Sêrt, Êlih û Şirnexê ev tên tên çêkirin. Di hesabê dewletê de ev heye. Lê li gorî agahiyên me girtine di çarçoveya muzakereyan de Benda Ilisuyê anîne ziman. Lê dewlet dixwaze van projeyan li derveyî pêvajoya çareseriyê bigire. Dewlet di alî de pirsgirêka ewlehî û siyasîbûnê derdixe pêş. Dibêje ev aborî ye û dixwaze van projeyên aboriyê tevlî bike.”
Aydogdu di dawiya axaftina xwe de got ku hêviya xwe ti car winda nekirine û wiha berdewam kir: “Em bawer in ku ev bibe. Me di 2009’an de fona ku ji Ewropayê ji bo çêkirina bendavê dihat girtin da sekinandin. Kesî bawer nedikir ku ev kredî bên sekinandin. Di salên dawî de kampanyayên me çêbûn lê qels bûn. Divê em hinekî li ber xwe bidin. An jî wê bendav tijî av bibe. Ger Geliyê Dîcleyê di bin avê de bê hiştin wê demê berteka bê nîşandan ne samîmî ye. Divê em li dijî vê bisekinin. Di 28’ê Adarê dem rêza çalakî hene. Em bang li hemû kesî dikin ku tevlî çalakiyan bibin.”