KURDÎ-DER: Li zimanê Kurdî xwedî derkevin
KURDÎ-DER: Li zimanê Kurdî xwedî derkevin
KURDÎ-DER: Li zimanê Kurdî xwedî derkevin
Bi minasebata Cejna Zimanê Kurdî Serokê KURDÎ-DER'a Mêrsînê Selahatîn Çam, hişyariya xwedî derketina zimanê Kurdî kir û xwest ku, zimanê Kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê.
Bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî KURDÎ-DER'a Mêrsînê li ber derê komeleyê bi girseyî daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Her ziman guleke li gulistanê, gulan jê nekin, bila ziman neyên qirkirin" hati vekirin û dowîzên "Bê ziman jiyan nabe", " Ji qedexe û astengkirina ziman re na!", "Dewlemendiya min zimanê mine" hat rakirin û drûşmeyên, "Jin jiyan, ziman", "Bê ziman jiyan nabe" hatin avêtin.
Li vir li ser navê girseyê Serokê KURDÎ-DER'a Mêrsînê Selahatîn Çam daxuyani da û diyar kir ku, di diroka mirovahiyê de rojên giring û watedar hene û 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdi ji bo Kurda rojek wisa ye. Çam bi bîrxist ku, 15'e Gulana 1932'yan Celadet Elî Bedirxan li Şamê kovara Hawarê derxistiye ev roj jî weke Roja Cejna Kurdî tê pîroz kirin û wisa axaftina xwe domand: "Ji bo her gelî nirxên hêja û bi rûmet hene. Ziman jî yek ji wan nirxane kû hebûn, nasname û rûmeta gel bi xwe ye. Ziman bingeha çandê ye. Bê ziman çand pêşve naçe. Mafê her geli heye hebûna xwe bi zimanê xwe biparêze û bi vi rengi mayinde bike. Bi ziman mirov xwe nas dike. Her gel bi zimanê xwe tê nasîn. Dema ku ziman têk biçe, hebûn û nasnemaya gel jî li holê namîne"
Çam gelê Kurd ji bo xwedî derketina zimanê Kurdî hişyar kir û xwest ku, hemû kes bi Kurdî bixwîne, binivîse û biaxivin dîsa li rojname, kovar û pirtûkên Kurdî ji xwedî derkevin. Çam balkişand li ser pêvajoya nû a di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hikumetê de hati destpê kirin û wisa axivi: "Divê pêvajoya aştiyê ji aliyê her kesî ve bi baldarî bê şopandin. Zimanê aştiyê bê bikaranîn. Ji bo aştiyek mayinde divê her kes bibaldar tevbigere. Çam bi dawi anî ziman ku, bi gerek dewlet jî ji bo pêşkêtina zimanê Kurdî razemenî li zimanê Kurdî bike xwest ku, zimanê Kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê.