'Kurdên perwerdeya Kurdî dibînin berhemên xwe bi Swêdî û Înglîzî dinivîsin'
'Kurdên perwerdeya Kurdî dibînin berhemên xwe bi Swêdî û Înglîzî dinivîsin'
'Kurdên perwerdeya Kurdî dibînin berhemên xwe bi Swêdî û Înglîzî dinivîsin'
Mamosteyê zimanê Kurdî Amed Tîgrîs ku zêdetirê 30 salan e li Swêdê mamostetiya Kurdî dike dibêje: ”Ka binêrin ev 38 sal in ku li Swêdê perwerdeya zimanê dayikê heye, mirov nikare rastî sê kesan were ku berhemên xwe bi kurdî nivîsîbin, lê ev kurdên ku perwerdeya zimanê dayîkê dîtine berhemên xwe bi swêdî û îngîlîzî dinivîsin. Kurdî ne zimanê wan ê nivîsê yê axaftinê ye.”
Perwerdeya zimanê dayikê li Swêdê her dem bûye mînakek baş û ezmûneke girîng ji bo me kurdan. Ji loma jî hêjayî lêkolîn û guftugokirinê ye. Me xwest li ser mijara perwerdeya zimanê zikmakî li Swêdê, hevpeyvînekê bi mamoste Amed Tigrîs re bikin. Wek tê zanîn rêzdar Amed Tigrîs nêzî sî salan mamostetî li vî welatî kiriye û xwediyê ezmûneke girîng e. Li ser vê mijarê lêkolînên hêja kirine û berhem afirandine. Pirtûka wî ya bi navê ” Perwerdeya bi zimanê Dayikê û pirzimaniya fermî ” çavkaniyeke baş e bo vê mijarê.
-Sîstema perwerdeya zimanê dayikê li swêdê çawa ye, ji hêla pedagojîk ve hûn çawa dinirxînin?
Sîstema perwerdeya zimanê dayikê li Swêdê, ne sîstemeke wiha ye ku mirov bêje pir baş e an jî mukemel e. Ji tunebûnê çêtir e. Hûn dikarin bêjin çima ji tunebûnê?
Belê, ji ber ku li Swêdê perwerdeya zimanê dayikê ne xwedî statûyeke fermî ye. Dema ne xwedî statûyeke fermî be, dikare her dem ji navê were rakirin. Ne xwedî butçeyeke girîng û têrhejmar e. Mecbûriyeta ku zarok herin perwerdeya zimanê dayîkê tune ye. Li ser daxwaza dê û bavên zarokan dimîne. Dê û bav bixwazin zarokên wan dikarin herin perwerdeya zimanê zikmakî, na, dê û bav nexwazin zarok nikarin herin. Ji ber vê yekê jî piraniya dê û bavên zarokan biyanî haya wan ji vî mafê perwerdeya zimanê dayikê tûne ye. Yên ku hene jî zêde girîng nagirin û paye nadinê. Heta hinek dê û bav bawer dikin ku zarokên wan dema beşdarî perwerdeya zimanê dayikê bibin, wê demê swêdiya wan qels û jar dibe û dê zarokên wan nikaribin heta zanîngehê bixwînin.
Wek tê zanîn li Swêdê zimanê Fînî, Fîniya Tornedalî, Romanî, Jiddî û Samerî (Lapî) xwedî statûyeke fermî ne, lê zimanê dayîkê ne xwedî statûyeke fermî ye. Ji ber ku perwerdeya zimanê dayikê ne xwedi statûyeke fermî ye, bi tenê li ser daxwaza dê bavan maye, her dem heta, her sal hukumet sîstema wê diguhêre, teng û kêm dike.
Pedagojî û metodên hînkirinê li Swêdê gelek pêşketî ne. Herweha mamosteyên zimanê dayîkê jî ji vê pedagojî û metodên hînkirinê kelk û sûd digirin. Di nav mamosteyên kurdî de jî di vî warî de gelek mamosteyên pêşketî, serkeftî û hêja hene.
-Hebûna perwerdeya hilbijartî ya zimanê kurdî li swêdê ji bo kurdan tê çi wateyê, heya niha çi bidestxistin bi xwe re anîne, cudahiya zarokên ku li Swêdê mezin dibin çi ye ji yên welatên din yê Ewropa?
Hebûna perwerdeya hilbijartî li Swêdê ji bo kurdan destkeftiyeke mezin, girîng û watedar e. Li Ewropa cara yekem li vir bi awayekî nûjen perwerdeya kurdî dest pê kir. Cara yekem pirtûk û materyalên kurdî hatin amade û çapkirin. Mamoste hatin perwerdekirin. Ev ji bo hemû kurdan bûn nimûneyên baş û hêja. Bandora xwe li seranserê Ewropa û heta Kurdistanê kir û dike. Ji sîstema perwerde ya Swêdî gelek sûd û kelk mezin girtin û digrin.
- Li gor statîskên fermî yên li Swêdê, niha nêzî 10 hezar xwendekarên fermî yên kurd hene. Ev xwendekarên ku her sal zêde dibin, wek kurd, ji bo ziman, çand û hûner, dîroka kurdî çi diafirînin, eger nabin xwediyên tu afirîn û berheman çima?
Rast e, ji sala 1975 an ve li Swêdê perwerdeya zimanê dayikê dest pê kiriye. Ev dike 38 sal, ku li Swêdê perwerdeya zimanê dayikê berdewam e. Gelo kar û zerara vê perwerdeya çi ye an jî encam çi ye? Bêguman kara wê çêbûye û zerara wê qet çênebûye. Di van 38 salan bi hezaran zarok li gel zimanê swêdî hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bûne. Ew dikarin bi zimanê xwe biaxafin û binivîsin. Xwe û nifşê li pey xwe ji dirindetiya (wehşeta) asîmîlasyonê parastine. Edet û çanda xwe zindî hiştine. Bi kêmasî xwedî çandeke duzimanî mane. Lê hezar mixabin ev destkeftiyên wan dikarin heta radeyek û demeke bi tixûb li ber xwe bidin. Ji wir bi şûn ve êdî hêza berxwedanê bi wan re namîne. Ji ber ku di nav civata swêdî de dijîn. Sîstema perwerdeya giştî û fermî bi swêdî ye. Medya û civak bi swêdî ye. Kar û xebat bi swêdî ye. Perwerdeya zimanê dayikê ku di hefteyê de saetek an du saet e, têr nake. Sîstema perwerdeya swêdî perwerdeya zimanê zikmakî ya dusaetî di nav xwe de dihelîne, dimihîne. Ev li her welatî û niha li Tirkiyê jî weha ye. Heke perwerdeya giştî weke îro bi tirkî be û zimanê dayikê ne xwediyê statûyekê be û weke dersên hilbijartî were dayîn, dê di nav demeke dûr û dirêj de tirkî xurt bibe û kurdî jehr û jar bike û bikuje. Ka binêrin ev 38 sal in ku li Swêdê perwerdeya zimanê dayikê heye, mirov nikare rastî sê kesan were ku berhemên xwe bi kurdî nivîsîbin, lê ev kurdên ku perwerdeya zimanê dayîkê dîtine berhemên xwe bi swêdî û îngîlîzî dinivîsin. Kurdî ne zimanê wan ê nivîsê yê axaftinê ye.
- Bi salan e ku perwerdeya zimanê zikmakî li Swêdê heye û mamosteyên kurd xwedî ezmûn û kedekê ne, lê hîna organîzasyoneke wan a bi rêk û pêk tune ye, sedemên vê çi ne gelo?
Belê, çend sedemên vê mijara rêxistinî ya mamosteyan heye. Ji bo rêxistineke weha dem, kar û ked dixwaze, kes naxwaze bikeve bin barekî weha giran. Du, di nav mamoeteyên kurdî de bîr û baweriyên siyasî yên cûda hene û ev dibe sedemeke ku mamoste neyên cem hev û li gel hev kar nekin. Sêyem, demeke komela mamosteyan hat avakirin, lê nexebitî. Ya çarem, çend sal berî niha çend mamosteyên zaravayên soranî di nav xwe de komeleyeke nîv polîtîk damezrandin û ew jî bi ser neket. Divê komela mamosteyan, komeleyeke pîşeyî be, ne li dij tu siyasetekê be, netewî be û bernameya xwe li ser bingehê perwerde, ziman, wêje û çanda kurdî ava bike, xwedî proje û bernameyan be.
- Li Swêdê pirsgirêkên mamosteyên kurd çi ne? Ew di kîjan mijaran de zehmetiyan dikêşin? Têkiliya wan bi malbat û xwendekaran re çawa ye? Malbat têrî xwe ji wan re dibin alîkar? Mamoste di warê pedagojiyê de têrî pêdiviyên zarokan dikin?
Mamosteyên kurdî yên li Swêdê di warê pirtûk û metaryalên perwerdeyê de zehmetiyan dikişinin. Axaftina zarokan a devokî pirsgêkeke mezin e. Her yek ji herêm û perçeyên cûda hatine. Devok û zarava sergêjiyan derdixin. Herweha alfebaye erebî û ya latînî jî ji bo şagird û mamosteyên kurdî sergêjî û pirsgirêkeke mezin û aloz e. Dê û bav di warê têkiliyên de ji mamosteyên kurdî ne memnûn in. Ji derî çend mamosteyan, hinek ji wan tu têkiliyên wan bi malbatên zarokan re tûne ne. Ev bêtêkilî di perwerdeyê de roleke negatîv dilîze. Zarok û malbatan ji perwerdeya kurdî sar dike û bi dûr dixe.
- Zarokên ku li Swêdê dijîn bi giştî du zimanan bi kar tînin. Ev bandoreke çawa li ser giyan, hest û rihê zarokê dike, ji hêla erênî û neyînî ve?
Duzimanî her tim ji yek zimanê baştir e. Cîhana zanîn û çandê dewlemend û firehtir dike. Çareserkirina probleman hêsatir dike. Têkiliyên nav civakan, danûstandinê geştir û xurtir dike. Xwe nas dike û bawerîya kesayetî û netewî xurtir dike. Lê divê neyê jibîrkirin ku dema herdu ziman jî baş neyên zanîn û bikaranîn, wê deme roleke negatîv dilîze. Di şûna duzimanî de du nîvzimanî derdikevin holê. Herdu ziman an jî yek ji wan dema baş nizane û asteng û problemên giran û mezin derdikevin holê. Li ser navê duzimaniyê şagirdên nîvzimanî peyda dibin û di jiyanê de nikarin bi ser bikevin.
- Gelo hemî kurdên bi zaravayên cuda diaxivin sûdê ji perwerdeya zimanê zikmakî werdigirin, mînak zaza, soran, goran û kelhor?
Mixabin bersiva vê pirsa we “na” ye. Li Swêdê bi salan in ku bi zaravayê soranî û kurmancî perwerde tê dayîn. Daxwazên kirmanckî (zazakî) hene, lê zarok, mamoste, pirtûk û materyalên bi kurmanckî kêm in an jî tune ne. Goran û kelhor an jî fehlî bêproblem yan diçin perwerdeya bi zaravayê soranî an jî perwerdeya zimanê erebî û farisî.