BI DÎMEN

Kurdên Êzidî di 'Roja Mezelan' de çûn ser gora miriyên xwe

Bawermendên Êzidî, li gorî baweriya xwe di meha Hezîranê de miriyên xwe li ser gora wan bibîr tînin. Bi vê munasebetê Kurdên Êzidî yên li Moskowê li goristana Şerbînka û yê li Yaroslavl jî li goristana Tutayêvaya miriyên xwe bibîr anîn.

Bawermendên Êzidî, li gorî baweriya xwe di meha Hezîranê de miriyên xwe li ser gora wan bibîr tînin. Bi vê munasebetê Kurdên Êzidî yên li Moskowê li goristana Şerbînka û yê li Yaroslavl jî li goristana Tutayêvaya miriyên xwe bibîr anîn.

Kurdên Êzidî yê li paytexta Rûsya Moskowê  û li bajarê Yaroslavlê dijîn, bi munasebeta roja mezela danê sibehê, di nav de jin, zarok, ciwan ji her temenî mirov li goristana Şêrbînka û  Tutayêvaya kom bûn. Li goristanên ku Kurdên Ezidî lê tên binaxkirin vê carê mirov ji bo miriyên xwe bibîr bînin û li ser mezelê wan li gor baweriya xwe xêrekê bide û di vê rojê de ji bo wan dûayekê bikin kom bûn. Her wiha şêx û mîrên Êzidiyan ên ji bajarê cuda hatibûn Moskowê û Yaroslavl jî li ser gora miriyan dûa û qasid xwendin. 

Serdan heta danê êvarê berdewam kir. Gel dema ku ji goristanê veqetiyan jî xwarina bi xwe re anîbûn li pey xwe li ser gora miriyê xwe hiştin. Li gor baweriya ola Êzîdîtiyê di vê demsalê de çi fêkî û xwarina xweş hebin ji bo miriyên wan li cîhana din ji wan bêpar nemînin li ser gora wî/ê xêra wan didin. Her wiha dema diçin jî xwarina dimîne li pêy xwe dihêlin. Li gor baweriyê ev risqê miriyan e. 

Roja mezelan her sal di meha Hezîranê de tê bîranîn. Ev roj li hemû cihê Kurdên Êzidî lê dijîn tê bi bîranîn.

...