Kurd li dijî sîstema perwerdeyê ya nîjadperest derdikevin

Kurd li dijî sîstema perwerdeyê ya nîjadperest derdikevin

Li Tirkiyeyê sala nû ya perwerde û hîndekariyê îro destpê dike. Xwendekarên Kurd, wê ji bo şermezarkirina sîstema perwerdeyê ya Tirk a nîjadperest, hefteyekê neçin dibistanan. Di nava vê hefteya boykotê de, bi armanca bal kişandina ser pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê, wê gelek çalakî bên lidarxistin.

Li Tirkiyeyê, sala nû ya perwerde û hîndekariyê, bi boykota xwendekarên Kurd destpê dike. Sîstema perwerdeya nîjadperest a Tirk ku bi qasî dîroka komarê kevn e, îsal jî ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve li ser Kurdan tê ferzkirin. Însiyatîfên Xwendekarên Kurd ên li dijî vêk etin nava nevgerê, wê li tevahiya Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hefteyekê neçin dibistanan. Li gel boykotê, xwendekarên Kurd wê ji bo mijara perwerdeya bi zimanê dayikê bixin rojevê, çalakî û konferansan lidar bixin.

Lê belê bala her kesî wê ne tenê li boykota dibistanan be, di heman demê de wê li dibistanên li Cizîr, Amed û Geverê yên bi zimanê Kurdî perwerdeyê bide, bala civakê dikşînin. Dibistanên li van sê herêmên pîlot tên vekirin, wê gav bi gav li gelemperiya Kurdistanê bên belavkirin.

Bi pêşengiya Kurdî-Der, TZPK Kurdî, Egîtîm Senê wê li Amedê dibistana Ferzad Kemanger, li Cizîr û Geverê dibistanên Dayika Uweyş  bi merasîmên girseyî bi zimanê dayikê bêjin 'merheba'. Her sê dibistan ji aliyê AKP'ê ve weke li derveyî qanûnan hat îlankirin, lê belê tevî qedexeyên AKP'ê jî wê xebatên perwerdeyê yên li van dibistanan destpê bikin.

Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a li navçeya Amed Baglarê, wê îro saet di 11'an de bi merasîmeke girseyî bê vekirin.

Li van dibistanên li Amed, Cizîr û Geverê, hemû dersên zarokekî di asta dibistana seretayî de werdigirin di bernameya dibistanê de hatin bicihkirin û pirtûk jî bi Kurdî hatin çapkirin. Li dibistanan, dema dibistana seretayî 5 sal, dibistana navîn 3 sal û dema perwerdeya lîseyê jî 4 sal hat diyarkirin. Li dibistanên Kurdî, perwerde wê destpêkê bi zaravayên Kurmancî û Dimilkî bên dayîn û di dema pêş de dersên Tirkî, Îngilîzî yan jî li gorî daxwazên xwendekarandersên bi zimanên cuda bên dayîn. Di nava dema perwerdeyê de ku li gel 5 mamosteyên sinifan, wê mamosteyên spor, muzîk û wêneyan jî perwerdeyê bidin, ev mamosteyên li qada xwe pispor in, wê li ser bingeha dilxwaziyê dersê bidin. Ji kinc heta pênûsa xwendekarên qeydkirî, hemû pêwîstiyên xwendekaran wê ji aliyê malbatên xwendekaran û gel ve bên dayîn.

Dibistanên Seretayî yên Dayika Uweyş ên li Cizîr û Geverê jî, wê bi merasîmên girseyî werin vekirin.

JI DIBISTANA SERETAYÎ HETA ZANÎNGEHÊ BOYKOT

Serokê Kurdî-Derê Sabahattîn Gultekîn der barê çalakiya boykotê û vekirina dibistanên Kurdî de daxuyaniyek da û got, "We 90 salan polîtîkayên asîmîlasyonê meşandin, lê nebûn û em îro li vir in. Ji ber vê yekê em jî ji gelê xwe re dibêjin ku ji roja Duşemê û pê ve pênc rojan saziyên perwerdeya dewletê ji dibistana seretayî heta zanîngehê boykot bike."

ESP'Ê JÎ DESTEK DA

Partiya Sosyalîst a Bidestan (ESP) jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew piştgiriyê dide boykota dibistanan a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê, rakirina dersa olî ya ji neçarî, sîstema perwrdeyeke demokratîk, zanist û wekhev.