Konferansa zimanê Kurdî dewam dike
Konferansa zimanê Kurdî dewam dike
Konferansa zimanê Kurdî dewam dike
Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Sabahattîn Gultekîn di konferansa zimanê ya li Amedê de axivî û diyar kir ku ewê li gel xebatkarên saziyên Kurd xebata perwerdeya ziman bimeşînin. Gultekîn rêxistinên civakî yên sivîl rexne kir, ku xwedî rêveberên karibin perwerdeya ziman bidin, nînin.
Konferansa zimanê Kurdî ya bi şiyara "Azadiya ziman di çareseriya neteweya demokratîk de veşartî ye" ji aliyê TZP Kurdî de li Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn bi beşdariya 250 delegeyan destpê kir, di roja duyemîn de dewam dike.
Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Sabahattîn Gultekîn diyar kir ku ewê li gel xebatkarên saziyên Kurd xebata perwerdeya ziman bimeşînin. Gultekîn rêxistinên civakî yên sivîl rexne kir û got, "Emê li vê derê bi rêveberên saziyê re têkoşîna perwerdeya ziman bidin. Lê belê em li vê derê ji nûneran kesî nabînin. Ka rêveberên saziyê? Ne rêveberekî şaredariyê, ne jî rêveberekî saziyeke din nayê dîtin. Rêbertî dibêje 'Divê hûn destpêkê xwe, dûre jî dijminê xwe nas bikine.' Divê em destpêkê xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin."
Endamê Desteya Rêveber a KURDÎ-DER'ê Remzî Kaya jî da xuyakirin ku konferansa ziman wê feydê li azadiya Rojava û Ocalan bike.
Konferansa bi gotûbêjan dewam dike.