Komkujiya Şengalê wê sibe li Ermenistanê bê şermezarkirin

Sibê gelê Kurd li Ermenistanê ji bo şermezarkirina Komkujiya Şengalê ku par di 3’ê Tebaxê 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve pêk hatibû şermezar bikin.

Sibê gelê Kurd li Ermenistanê ji bo şermezarkirina Komkujiya Şengalê ku par di 3’ê Tebaxê 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve pêk hatibû şermezar bikin.

Salvegera Komkujiya Şengalê li paytexta Ermenistanê Êrîvanê, li ber Bîrdariya ji bo Qirkirina Êzîdiyan a di sala 1915 de, li ser gelê Kurd pêk hat, hatibû danin,  bê şermezarkirin.

Wê sibê bi wesîleya salvegera Komkujiya Şengalê rewşenbîr û berpirsên saziyên civaka sivîl ên Êzîdiyan ên li herêmên Qafqasyayê li hev kom bibin. Wê hem karesata mezin bibîr bînin, hem jî wê komkujiyê bi tundî şermezar bikin.

Girseya gel wê sibê saet 12:00’an li  Êrîvanê werin gel hev. Her wiha wê li gorî bernameya çalakiyê axaftin bêne kirin.