Komkujiya Şengalê li Den Haag û Amsterdam hat protestokirin

Li bajarên Den Haag û Amsterdam ên Hollandayê di salvegera Komkujiya Şengalê de çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Li bajarên Den Haag û Amsterdam ên Hollandayê di salvegera Komkujiya Şengalê de çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Li Den Haag di çalakiya li ber şaredariyê ya wek çalakiya kon hat lidarxistin, wêneyên komkujiyê hatin hilgirtin. Çalakiya kon li heman cihî wê sibe saet di navbera 15:00-17:00’an de dewam bike.

Li bajarê Amsterdam jî adresa çalakiyê Qada Dam bû. Di çalakiya ku bi temsîlî kolekirin û firotina jinên Êzîdî hat nîşandan, di axaftinan de hat diyarkirin ku divê Êzîdî li hember komkujiyan xwe rêxistin bikin û parastina xwe ava bikin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.