Komeleya Nivîskarên Kurd rêveberiya xwe ya nû hilbijart
Komeleya Nivîskarên Kurd rêveberiya xwe ya nû hilbijart
Komeleya Nivîskarên Kurd rêveberiya xwe ya nû hilbijart
Komeleya Nivîskarên Kurd, di 4. kongreya xwe ya asayî de rêveberiya xwe nû kir. Ji bo Hevserokatiya Komeleyê Mehmet Yilmaz û Remziye Arslan hatin hilbijartin.
4. Kongreya Asayî ya Komeleya Nivîskarên Kurd di 31’ê Tebaxê roja Şemiyê de li Salona Sînemayê ya Burhan Karadenîz a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi beşdarbûna 60 nivîskarên endam hate lidarxistin.
Di kongreyê de rêziknameya nû hate pejirandin û rêveberiya nû hate hilbijartin.
Di encama hilbijartinê de rêveberiya nû ji Mehmet Yilmaz, Remziye Arslan, Gulgeş Deryaspî, Netîce Altûn Demîr, Rodî Zinar, Hogir Berbir û Îlhamî Sîdar pêk hat.
Rêveberiya nû civîna xwe ya yekemîn di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de pêk anî. Di civînê de Mehmet Yilmaz û Remziye Arslan wekî Hevserokên Komeleyê, Îlhamî Sîdar Sekreterê Giştî û Hogir Berbir jî wekî hesabgir hatin hilbijartin.