Komeleya Nivîskaran xelata rûmetê dide Ehmed Huseynî

Komeleya Nivîskaran xelata rûmetê dide Ehmed Huseynî

Komeleya Nivîskarên Kurd ji bo keda wî ya li ser ziman û wêjeya Kurdî "Xelata Rûmetê" dide helbestvan Ehmed Huseynî.

Komeleya Nivîskarên Kurd ji bo keda wî ya li ser ziman û wêjeya Kurdî di 8'ê Îlonê de bi merasimekê "Xelata Rûmetê" dide helbestvan Ehmed Huseynî. Xelat dê di 8'ê Îlonê saet di 16.00'an de li salona mezin a Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn bê dayîn. Komeleya Nivîskaran têkildarî merasimê û banga merasimê afîş amade kir û xwest her kes beşdarî merasimê bibe.