Koma Yorum bi hezaran kesî re li dijî nîjadperestiyê stranên xwe got

Koma Yorum bi hezaran kesî re li dijî nîjadperestiyê stranên xwe got

Koma Yorum bi dirûşmeya ‘li dijî nîjadperestiyê yek deng û yek dil’ li bajarê Oberhausen a Almanyayê konsrek pêk anî. Nêzî deh hezarî kesî tevli konserê bûn û berxwedana Taksîmê hat silavkirin û li dijî faşîzmê stranên kurdî, erebî, tirkî hatin gotin.

Koma Yorum li Oberhausen li Arenaü Konîg-Pîlsener konserek da û ji Almanyayê, Fransayê, Belçîka û Hollandayê bi dehezaran kes tevli bûn.

CHE Û ESAD DI HEMAN KAREYÊ DE

Di konserê de Koma Yorum axaftin  kir û di axaftinan de li peyamên li dijî faşîzm û nîjadperestiyê da.  Polîtîkayên AKP’ê yên li Tirkiyeyê rexne kirin û destnîşan kirin ku ji hemû maf bi azad bên jiyîn divê têkoşîn bê dayîn.

Di konserê de berxwedana Taksîmê hat slavkirin û her wiha binpêkirinên mafan yên li Almanyayê jî hatin rexnekirin. Her wiha peyama piştgiriyê ya Sûriyeyê jî hat dayîn û da zanÎn ku rejîma Sûriyeyê li dijî emperyalîzmê têdikoşe. Wêneyê Beşar Esad û Che Guevara û ala sor di heman kareyê de cih girt.

Komê stranên ‘Cemo, Çav Bela, Daglara Gel’ striya û ligel vê bi kurdî, erebî û tirkî jî vegot. Konsera ku birayê Kazim Koyuncu, Niyazî Koyuncu jî tevli bû heta derengiya şevê berdewam kir.

Piştî darbeya 12’ê îlonê  koma Yorum di sala 1985’an de ji aliyê xwendekarên zanîngehê ve hatibû avkairin û ket 28 saliya xwe. Koma Yorum ji roja ku hatiye avakirin heta niha di bin zextan de bû.  Endamên komê di girtîgehê de ne û her wiha bi qedexeya derketina derveyê welat jî rû bi rû ne.