KNK: Şêrko Bêkes bi efsûna helbestê êşa Kurdan anî ziman
KNK: Şêrko Bêkes bi efsûna helbestê êşa Kurdan anî ziman
KNK: Şêrko Bêkes bi efsûna helbestê êşa Kurdan anî ziman
Konseya Rêveber a KNK’ê der barê helbestvanê Kurd ê navdar Şêrko Bêkes ku duh jiyana xwe ji dest de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku di demeke ku, di şexsê Kurdistanê de, mirovahî di bin tecrîdeke giran de tê girtin û mirovahî ji hêza feylesofiyê dûr dikevê de, helbestvanê mezin Şêrko Bêkes jiyana xwe ji dest daye.
KNK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Şêrko Bêkes, bi hêza gotinê, bi efsûna helbestê trajedî û jiyana dramatîk a gelê Kurd, dianî ziman. Helbesta Şêrko Bêkes, bi hêza wêjeyî, hêrsa li dijî zordestiyê, hêvî û hawara azadiyê diqîriya. Di demeke ku gelê Kurd di qonaxeke dîrokî re derbas dibê de; li aliyekî yekîtiya xwe sazkar dike, li aliyekî di li herêmê wek îradeyeke siyasî û civakî derdikevê pêş. Di qada navneteweyî de jî wek hêza xwedî gotin derdikevê pêş. Di vê demê wefata Şêrko Bêkes, ji bo gelê Kurd teva wendahiyeke mezin e.
Di demeke wiha dîrokî de, helbesta Şêrko Bêkes, cîhana Kurdî teva hembêz dikir û di magazîna çand û wêjeya cîhanê de bi cih dikir.”
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Şêrko Bêkes, alfabeya Kurd a wenda, ferhenga Kurd a tarûmarkirî, di helbestê de radestî cîhanê kir û da xuyakirin ku, şaristaniya Kurd, stuneke bingehîn a şaristaniya cîhanê ye. Wek mîrateyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî, Alî Harîrî, Pîremêrd, Hacî Qadîrê Koyî, Molla Perîşan, bi gotina xwe hêza cîhanşumulî nîşan da û bû sembola epopa dema xwe. Bêguman, mirina Şêrko Bêkes bê wext bû û dilê me teva dax da. Em ji malbata Şêrko Bêkes re, ji cîhana wêjeya Kurdî û tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.