KNK: Sala nû wê bibe sala xebat û têkoşîneke mezintir

KNK'ê sersal pîroz kir û diyar kir ku ew hêvîdar in gelê Kurdistanê wê sala 2021'ê bikin sala xebat û têkoşîneke mezintir.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya sala nû peyamek weşand.

KNK'ê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê û berxwedana gelên Kurdistanê ya li dijî van êrişan bi bîr xist û ev peyam da:

"Di dawiya sala 2020'î de divê muhasebeya navxweyî bê kirin. Gelê Kurdistanê digel êş, jan, birîndarî û her wiha şaşî û kêmasiyên di kar û têkoşînê de rûdayî jî, dîsa serketî bû.

Kurd, di nav çembera ji agir de ya ku dijmin û dagirkeran vêxistî, têkoşînek pîroz û bi rûmet didin û serketî ne. Di vê serketina neteweya me de, dijminan rikeberiyên xwe danîne aliyekî û dîsa li ser têkbirina destket û hebûna xelkê me planan çêdikin.

Ji aliyê Kurdistaniyan ve îro armanc, têkbirina vî planê bêyûm yê dijmin û dagirkeran e. Ev jî wê bi tifaqa navxweyî ya mezin çêbe.

Di şerê Rojava de, gelê me li seranserê Kurdistanê û derveyî welat, di nav xwe de yekdengiyek xurt pêkanî.

Em hêvî dikin ev yekdengiya gelê me bibe bingeha yektiyek siyasî. Kurd her bi çi rengî be divê bi diyaloga navxweyî pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin û bi tifaqdarî van hewildanên dijmin û dagirkeran serûbin bikin.

Em wekî KNK gelek bi hêvî ne ku gelên Kurdistanê wê sala nû, sala 2021'ê jî bikine sala xebat û têkoşîneke mezintir û bilindtir. Paşeroja neteweya me ronahiye û bi xebat û têkoşîneke fedakarane ber bi vê ronahiyê ve dem diherike. Destketên heyî, nîşandana îradeya serketinê ne. Bila gelê me hêvîdar be.

Em hêvî dikin sala nû, sala 2021'ê bibe dema serketinê, bibe dema xewn û xeyala geş ya gelê me.

Sala nû, sala 2021'ê bila ji bo mirovahiyê pêkve bibe dema aştî, aramî, azadî, demokrasî û wekheviyê.

Bi van bîr û hiziran KNK sala nû ya hemû Kurd, Kurdistanî û Cihanê pîroz dike."