KNK’ê cejna Paskalya pîroz kir

KNK’ê cejna Paskalya ya gelê Suryanî yê Katolîk pîroz kir û got, “Em hêvî dikin ku ev cejn, bibe wesîleya aştiyek mayînde

KNK’ê cejna Paskalya ya gelê Suryanî yê Katolîk pîroz kir û got, “Em hêvî dikin ku ev cejn, bibe wesîleya aştiyek mayînde  

Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya Cejna Paskalya ya cîhana Katolîk peyameke pîrozkirinê weşand. KNK’ê cejna Paskalya ya gelê Suryanî yê Katolîk pîroz kir.  

KNK’ê di peyama xwe de got, “Di demeke ku gelên Mezopotampa  û gelên li Kurdistanê di qonaxek dîrokî re derbas dibin, cejna gelê Suryaniyên Katolîk, li çar parçeyên Kurdistanê  tê pîrozkirin.

Ev qonaxa dîrokî, li hemberî tirsên mezin, nîjadperestî û terora çeteyên wek DAIŞ’ê jî, li Kurdistanê bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê bûye bingeha yekîtiya gelan. Bi rêveberî û parastina hevpar, pengavên dîrokî tên avêtin.

Şoresa gel ku gelê Kurd, Suryanî, Ereb, Ermenî  û hwd. hembêz dike, li tevahiya cîhanê deng vedaye. Di vê qonaxa dîrokî de pîrozkirina cejna Paskalya, wê hêzeke mezin bide yekîtî û berxwedana hevpar.

Em weke KNK’ê,  di vê qonaxa dîrokî de, cejna Paskalya li tevahiya gelê Suryanî yê Katolîk li Kurdistanê û tevahiya cîhanê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn, bibe wesîleya aştiyek mayînde.”