Komeleya Karsazên Kurd a Ewropayê (KKKE) der barê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê daxuyanî da û got, “Em bawer dikin berxwedana mezin a mirovatiyê wê li hember hovîtiyê bi ser bikeve.”
KKKE’ya diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî mirovahiyê bi tundî şermezar dikin. KKKE’yê di daxuyaniya xwe de got: "Di saetên sibê yên 25’ê Hezîrana 2015’an de agahiya ku çeteyên DAIŞ’ê ji sê milan ve êrîşî Kobanê kirine hat. Li gorî agahiyên hatine çeteyên DAIŞ’ê her kesê ku lê rast hatine bêyî bibêjin sîvîl, leşker gulebaran kirine, di encama van êrîşan de herî kêm 12 kesên sîvîl jiyana xwe ji dest dane, piraniya wan jin û zarok 71 kes jî birîndar bûne.
Hat zanîn ku hêzên YPG’ê û Asayîşê li hin herêmên bajêr operasyon dane destpê kirin û li hin cihan jî di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnan rû dane.
Em weke KKKE van êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî mirovahiyê bi tundî şermezar dikin. Ji malbatên di encama vê êrîşa hovane de xizmên xwe winda kirine sersaxî û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin.
Em bawer dikin ku berxwedana mezin a mirovatiyê wê li hember hovîtiyê bi ser bikeve.