Kişanak: Pêwîste em Sakîneyê netenê bibîr bînin, bijîn

Kişanak: Pêwîste em Sakîneyê netenê bibîr bînin, bijîn

Di panela ku li Mihrîcana Dêrsimê pêkhat beşdarvana “ji 382an heya Sakîneyan azadiya jinê” nîqaşkirin. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak got: “Pêwîste em Zarîfeyê, Besê, Bêrîtanê û Sakîneyê bidin jiyan kirin û bikin malê civakê. Dema ku em ew dane jiyan kirin em dê bigehin serkeftinê. Dema ku me zanî Sakîne çawa jiyan kir û çi dixwest wê demê em dê qezenc bikin.”

13’mîn Mihrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê roja duwem didome. Di çarçoveya mihrîcanê de li Kolana Hunerê panela binavê “Ji 38’an heya Sakîneyan Azadiya Jinê” hate li darxistin.

13’mîn Mihrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê ku her sal ji aliyê Şaredariya Dêrsimê ve tê li darxistin di roja 2’mîn de didome. Di çarçoveya mihrîcanê de li Kolana Hunerê panela binavê “Ji 38’an heya Sakîneyan Azadiya Jinê” hate li darxistin. Panela ku bi sedan kes tevlîbûyî de Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn, Hevseroka Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Dêrsimê Fatma Kalsen tevlî bûn, moderatoriya panelê jî Rojnamevan-Nivîskar Esra Çîftçî kir. Di panelê de axaftina destpêkê Hevseroka HDP’a Dêrsimê Fatma Kalsenê kir.

LI TIRKIYEYÊ JIN TÊ QIRKIRIN

Kalsen di axaftina xwe de diyarkir ku, jin di her alî de têne dagirkirin û got: “Pêwîste jin li dijî vê dagirkeriyê xwe di her qadê de rêxistin bikin û tekoşînê bidin meşandin. Ev pirsgirêk pirsgirêkekî sîstematîke. Di salên dawî de li Tirkiyeyê jin tê qirkirin, komkujiyek ya jinê heye. Nirxên exlaqî hincet tên girtin û mafê herî bingehîn yê jinan ji destê wan tê derxistin.” Kalsen destnîşan kir ku, tekoşîna ku Sakîne Cansizê da, ji bo tevayî jinan pir girînge û da zanîn ku, “Heval Sakîne tekoşîna ku bi tekoşîna azadiya Kurdan re dayî destpêkirin ji bo me jinan pir girînge. Tekoşîna ku bi Sakîneyê destpê kir, jin daxistine qadan. Hevala Sakîne netenê ji bo jina Kurd, ji bo tevayî jinên cîhanê tekoşîn daye meşandin. Tişta Sakîne kiriye Sakîne jî ev e.”

Piştî Kalsenê jî Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn jî axivî û destnîşankir ku, ji sîstemekî ku jin tune dihate hesab kirin, hatine qonaxekî ku azadiya jinê tê nîqaşkirin. Şahîn got: “Dema me çareserkir ku jinên Dêrsimê çawa jiyan dikin, wê demê em dikarin Sakîneyê çareser bikin û wê demê em dê bikarin jiyana hevala Sakîne fêm bikin. Sakîne ji tekoşîna ku Besêyan, Zarîfeyan avakiriye tê. Şer hertim li ser bedena jinê tê kirin. Em dikarin di Komkujiya 38’ê a Dêrsimê de bibînin. Jinan di şer de xwe bi çek û tifingan girêdane. Ji bo dîl nekeve dest, xwe di zinaran de avêtine.”

‘SAKÎNE DEMA JIYAN JÎ DIKIR Û DEMA HATE QETILKIRIN JÎ HER KES KIR YEK’

Lêkolîner-Nivîskar Esra Çîftçî da zanîn ku cara yekem li Girtîgeha Çanakkale Sakîne Cansiz naskiriye û got: “Hinek bîranînên me hemûyan hene. Her demê yek nikare bikeve nav van bîranînan û derbikeve. Min jî Sakîne li zîndana Çanakkaleyê dît û naskir. Dema ku min Sakîne cara yekem dît, min esilbûna wê hîskir. Sakîne Cansiz yekgirtî bû. Aştî xwaz bû. Dema ku hate qetilkirin jî her kes kir yek. Dema ku hevala Sakîne hate qetilkirin deşt û zozanên Kurdistanê girîn.”

'DEMA EM DIKIN SEMBOL DIVÊ EM CIVAKÎ BIKIN'

Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak jî got, "Azadî ne mijareke wiha ye ku bi îro re sînordar e.  Azadî mijareke wiha ye ku bi sibê ve têkildar e. Ya herî girîng ev e, kî derbarê siberoja me de biryarê dide.  Em jin di roja me de qismeke siberoja xwe ji bîr dikin. Yanî ya me derbaskirina îro ye. Di roja me de di sazî û dezgehên Elewiyan de nûnerên jin nîn in. Dibe ku em di jiyanê de wekhev bin; lê dema em di sazîbûnê de ne wekhev bin em dê nikaribin azadiya xwe bi dest bixin.  Lewma divê jin di qada sazîbûnê de ji bo xwe cih çêkin. Dema qad ji jinê re neyê vekirin wê nikaribe siberoja xwe ava bike.”

Kişanak destnîşan kir ku, di tevahiya dîrokê de gelek jinên qehreman ji Dêrsimê derketine û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji Dêrsimê gelek qehremanên mezin ên jin derketine.  Yên wek Besê, Zarife, Bêrîtan û Sakîne navên sembol hene. Ev ji bo me tenê navên sembol in, lê  em wan najîn. Bi sembolkirina wan re em wan ji xwe dûr dixin. Dema em dikin sembol em nakin civakî. Ew zarok û xwîşkên me bûn û rojekê ji nav me çûn. Ji bo me têkoşiyan û jiyana xwe ji dest dan. Pêwîst e em, Zarife, Besê, Bêrîtan û Sakîne bijîn û wan bikin civakî. Dema ku em wan bijîn em dê bi ser kevin. Ez naxwazim tenê Sakîne bi bîr bînim. Ez dixwazim Sakîne bijîm. Dema ku zanibin bê Sakîne çawa dijiya û çi dixwest em dê bi ser kevin. Divê tevayî jin li derdora têkoşîna ku Sakîne pêş xistiye xwe kilît bikin. Kişanak, piştî axaftina xwe dema ku bîranîna xwe ya di girtîgehê de ya bi Sakîne Cansiz re vegot, bi sedan kesan rondik barandin.